Dengbêj Nejat Îlhan helbestên xwe yên 11 salan çap kirin

Dengbêjê herî ciwan ê Bakûr helbestên xwe yên 11 salan çap kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Dengbêjê herî ciwan ê bakur, Nejat Îlhan e û li Diyarbekirê dijî. Dengbêj Nejat ji bilî dengbêjiyê; ji bo hin cureyên din ên çand û hunera Kurdî jî hewil dide ku xizmetê bike. Dengbêjê ciwan tevî ku hîn di 31 saliya xwe de ye; bûye dengbêjekî navdar ê bakûr û niha jî bi helbestên Kurdî hewil dide ku ji bilî dengê xwe, helbestên xwe yên evîniyê jî bide naskirin. Daxwaza Dengbêj Nejat ew e ku ji bo kesên wekî wî derfet were dayîn da ku hezkirina Kurdî kêm nebe.

Nejat Îlhan dengbêjê herî ciwan e bakur e. Li gorî Dengbêj Nejat dibêje; wî ji zarokatiya xwe ve stran û kilam gotine lê belê wî hunera xwe ya dengbêjiyê 7 sal berê kifş kiriye. Dengbêjê ku li Diyarbekirê hunera wî hatiye naskirin, dixwaze ku di qadên din ên çand û hunera Kurdî de jî xebatan bimeşîne û hem berhemên devkî hem berhemên nivîskî diyariyê xelkê bakur Diyarbekirê bike. Îlhan dibêje; hezkirina helbestê ya di şopa çanda Kurdî de her dem pê re hebûye û helbestên ku 11 sal in nivîsîne, bi berhema xwe ya "Tîra Eşqê" pêşkêşî Kurdîhezan dike.

Dengbêj Nejat Îlhan ji K24ê re got: "Di destpêkê de min stran digotin, dengbêjiya min tunebû; ev hîn bûye 7 sal ku ez dengbêjiyê dikim. Beriya stranan jî min helbestên bê pîvan dinivîsnî, piştî ku tîra eşqê ket dilê min, wê demê helbest bixwe ji nav dilê min derketin. Min 22 salî dest bi helbestan kir û heta niha jî dinivîsim."

Sûrên Diyarbekirê, ji bo gelek hunermendan çavkaniya hest û ramanê ne ku gotinên stran an jî helbestên xwe li hev bihonin. Dengbêjê ku tevî temenê xwe yê ciwan bala xwe daye ser çand û hunera Kurdî, di her derfetê de berê xwe dide sûrên Diyarbekirê û stranên wî yên dengbêjiyê ji ser sûran olan didin. Dengbêjê ku bi qasî hunera devkî girîngiyê dide hunera nivîskî jî; bi bernavkê "Seydayê Dilxwîn" beşek ji helbestên xwe di vê pirtûkê de berhev kiriye. Nejat Îlhan çîrokan jî dinivîse û dibêje; ez ê di demên pêş de çîrokên xwe jî çap bikim.

Nejat Îlhan dibêje: "Bingeha  helbestvaniya min bi piranî evînî ye. Dema evînî tunebe, tu nikarî helbestê binivîsî. Divê di serî de eşqek di dilê mirovan de hebe eşqa herî mezin eşqa Xweda ye û piştre evîna keç û xortan e. Helbestên min jî bi piranî li ser evîna keç û xortan e. Divê evînek di dilê mirovan de peyda bibe, heger evin hebe tu li kevirekî jî binihêrî dikarî li ser helbestê binivîsî."

Dengbêj Nejat hem ji bo xwe hem jî ji bo kesên ku wekî wî dixwazin ji bo Zimanê Kurdî û pêşvebirina çanda Kurdî xebat bimeşînin; navendek li Diyarbekirê were avakirin û her kesê ku xwedî hunerekê be; girîngî pê bê dayîn da ku hejmara kesên wiha piralî û pirdeng zêdetir bibin.