Sinemagera navdar ê Tirk Kadir Înanir bi filmê bi navê Kapi peyamên ashtiyê dide

Sînemagerê Tirk ê navdar Kadîr Înanir ji bo galaya filmê bi navê "Kapi" ango "Derî" hat Diyarbekirê. Aktorê navdar di pêvajoya çareserkirina Pirsgirêka Kurd de di nav Koma Mirovên Aqîl de jî cih girtibû. Înanir bang li Diyarbekiriyan kir ku pêşoroja xwe bi hêviya şansê ve nehêlin û bixebitin. Gelê bajêr jî ragihandin ku berpirsiyariyeke hunermand jî mijûlbûna pirsgirêkên civakê ye û Kadîr Înanir di vê mijarê de rolekî baş dilîze.

K24-Amed

Sînemagerê Tirk ê navdar Kadîr Înanir ji bo galaya filmê bi navê "Kapi" ango "Derî" hat Diyarbekirê. Aktorê navdar di pêvajoya çareserkirina Pirsgirêka Kurd de di nav Koma Mirovên Aqîl de jî cih girtibû. Înanir bang li Diyarbekiriyan kir ku pêşoroja xwe bi hêviya şansê ve nehêlin û bixebitin. Gelê bajêr jî ragihandin ku berpirsiyariyeke hunermand jî mijûlbûna pirsgirêkên civakê ye û Kadîr Înanir di vê mijarê de rolekî baş dilîze.

Sînemagerê navdêr Kadîr Înanir ji bo galaya filmê bi navê "Kapi" ango "Derî" serdana Diyarbekirê kir û li navendeke dan û stendinê bi hezkiriyên xwe re demên xweş derbas kir.  Hezkerên  Înanir bi telefonên xwe pê re wêne girtin û bi dilgermî pêşwaziya wî kirin. Dayika Aşitiyê Nafiye Yîgît,  dolbenda ku sembola aşitiyê ye li stûyê Kadîr Înanir aland û got; ji bo bidawîhanîna grevên birçîbûnê em dixwazin Kadîr Înanir û civak destê xwe têxin bin kevir de. Aktorê navdar jî qala serpêhatiyeke xwe ya di sala 1971'an de li Diyarbakirê jiyaye kir û wiha got:

Kadîr Înanir, got:"Ez di sala 1971'an de hatim Diyarbekirê. Wê demê tirimbêl kêm bûn, kiriyar di dorê de disekinîn û bi pişkê dibûn xwedî tirimbêl. Min li ser navê welatiyekî pişk kişand. Min wê demê tenê gotinek got. Min got; tu carî pêşeroja xwe bi hêviya siûdê ve nehêlin."

Piştî pêşwazîkirinê Înanir û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Ehmed Tirk, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Ednan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik û hejmareke kesayetên naskirî û hezkiriyên aktorî  film temaşe kir. Film li Mêrdîn, Qeyserî, Stenbol û Elmanyayê hatiye çêkirin. Lê çîroke dilşewat a malbateke Suryaniyên Mêrdînê tê vegotin. Kurekî malbatê bi awayeke feîl nediyar tê serwindakirin û piştî 25 salan tê zanîn ku avêtine bîreke avê de. Malbat piştî 25 salan dikarin hestûyên kurê xwe bispêrin axê.  Di filmê de di nav çanda dewlemend a Mezopotamyayê de qala serpêhatiyên Misilman, Ermen û Suryanan jî hatiye kirin. Hemwelatiyên Diyarbekirê jî ragihandin ku berpirsiyareke hunermendan jî hewildana çareserkirina pirsgirêkên civakî ne û Kadîr Înanir vê yekê baş dike.

Laleş Biçîmlî- hevwelatî, got:"Belê ev girîng e ku hunermendekî Tirk li aşitiyê xwedî derdikeve. Lê belê gava ku deng kêm bin lewaz dimînin."

Necat Efe – hevwelatî, got:"Kadîr Înanir mirovekî baş e; demokrat e û ji bo aşitiyê jî keda wî heye. Ji pêvajoya aşitiyê ve jî em guhdariya wî dikin, mirovekî baş e. Xwezî her kes wekî wî dildar buya."

Di Pêvajoya Çareserkirina Pirsgirêka Kurd de 63 kesên ku ji hunermend, rojnamevan, nivîskar, akademîsyen û karsazan pêk dihatin komên mirovên aqilmend avakirin. Kadîr Înanir jî yek ji van mirovên aqilmend bû.  Înanir bi gelek filmên xwe jî balê dikişîne ser pirsgirêka Kurd û peyamên aşitiyane dide. Ji ber vê yekê ji aliyê raya giştî a Kurd ve tê hezkirin. Înanir di Sibata borî de gotibû " ez hêvîdar im ku dê li welatê me aşitiyeke mezin pêk were."