Eyşe Şan: Dengbêja bi nav û deng

Sala 1969 ê li navça Tetwanê ez bi cî û war bûm û min dest bi ticaretê kir.Berîya ku bême Tetwan, deh (10) salên min li Amedê bi karmendîya Postexana Diyarbekir û hepsa sîyasîya TKDP ê ya Entelya derbaz bibû.Yanê min memûrîyeta xwe da bi sîyasetê û dest avête Ticaretê.

Ji aliyê: Şakir Opozdemir  

Sala 1969 ê li navça Tetwanê ez bi cî û war bûm û min dest bi ticaretê kir.Berîya ku bême Tetwan, deh (10) salên min li Amedê bi karmendîya Postexana Diyarbekir û hepsa sîyasîya TKDP ê ya Entelya derbaz bibû.Yanê min memûrîyeta xwe da bi sîyasetê û dest avête Ticaretê.

Sala 1969 ê, heyva 12 ê ye. Hevalên Tetwan hatin min jî maxaza min girtin û birin Qonsera Eyşe Şan.

Qonser di Sînema İşletma Denizcilik Bankasi da bi kar hat. Ji ber ku salêk bû û carek bû, dikarim bêjim ji Bedlîs û Xelat û Elcewazê û ji Tetwanê bê jimar însan bejdar bibûn. Bejdar hemî mêr bûn. Qeymeqam û Sawcî û Hakim û hemî karmendên Medenî û leşkerî bejdarê Qonsera Eyşe Şan bibûn. Bi taybetî Tirkên Xelat û Elcewazê û bajarîyên Bedlîsê.

Di serî da hûnermendek bi Tirkî û Kurdî çend sitranan xwend û Eyşe Şan bi çepikan derketê sahne yé. Xemla Eyşê ya Kurmancî û dengê wê yê zelal û zîz, çepikên bejdaran germ kir.

Eyşê xêrhatin li mêvanan da û bi Tirkî go:"- Biliyorsunuz ben Diyarbekirliyem. Benim ihtisasım Kürtçe şarkılar üzerinedir.Bu yüzden baştan sonuna kadar sizlere Kürtçe okuyacağım..(Ez Diyarbekirî me.Xebata min û biranja min li ser zimanê Kurdîye. Ji ber vê yekê, ezê îşev ji we re vê Qonserê ji serê heyanê dawîyê bi Kurdî bixwunim..)

Eyşe Şan bi gotina xwe ra dest bi kilamên Kurdî kir û bejdarên Tirk, Eyşê protosto kirin. Lê dengê Eyşê û çepikên bajarîyên Bedlîs û Tetwanê bi ser dengê bera Tirkan ket û Sawcî rabû ji salonê derket. Xelatî ji dengên xwe birin û Eyşe tam 2 sietan bi Kurdî û bi çepikên bejdaran kilamên xwe bi serbilindî û şehnazî xwend.

Bajarîyên Bedlîsê bi çepikan va waha qîr dikiran :" Eyşooo! Tû dîya me yî ! Eyşo tû çavên me yî ! Eyşo ! Tû tacê serê me yî ! "

Eyşe Şan derengê şevê Qonsera xwe qedand û bi ekîba xwe va derbazî Otela Mehmed Şerîf Qonaqçî bû. Me hevalên welatperwer Eyşê bi tenê nehişt.Em heya derê otelê pêra çûn û şehnazîya xwe bo hûnermenda Kurd dîyar kir.

Di sala 1969 da, di manga paşîya vê salê da, şevek ji şevên zivistanê Tetwan bi dengê şêrejineka Kurda Dîyarbekirî serbilind û şehnaz bibû. Ev yek wekê şorişek bû. Şorişa jina Kurd û şorişa folklora Kurd bû.Dengê Eyşo, şêrejinî û cesaret û bawerîya Eyşo heya sax bim ji bîra min naçî. Li pêşberê nevan û çavnebaran Eyşo wek şêran bû. Serê vê jina Kurd wek Nemrûd û Sîpan û Agirî bilind bû. Eyşo digo:

" - Memir, memir, memir lo mamo ! Xelkê xwestîya te bir kurmamo ! Xwelî’l serê te kir pismamoo! "

Ma ne raste, xelkê xwelîya mirîyan li serê 20 mîlyon Kurdên Bakur nekiriye ?

Di sala 1969 ê da Kurdistana Bakur ne di rewşa îro da bû. Jinekê Kurd rabe bikeve rê û Qonseran bide, xwe di nava libs û cilikên Kurdî da bixemlîne û ji mêran ra kilaman bixwîne vê yekê Kurdan di tû dewr û zemanî da nedîtî bûn û nebihîstibûn.

Belê ev yeka ha ne xem bû, bo Eyşe Şan. Ewê bi serê xwe peşengîyek dikira. Diva ku yek bide pêş. Ku Eyşo neda pêş û cesaretê nedara qîz û bûkên Kurdan, belkî rewşa îro ku em dibînin dereng biketa. Hûner û hûnermandî di jîyana milletan da pir giring e.

Berê 2 dengên qedîm, dû awazên xweş û şirîn me di giramafonan da bihîst ku ev dengên giranbaha dengên Nesrîn Şêrwanî û Meyrem Xan bûn. Piştra Radyoya Êrîvanê û ya Bexdayê çend dengên hêja belav kirin ku dengê Gulbihar tim di guhên min da ye. "Ez keçim keça Kurda me." ma ev tê ji bîr kirin ? Ew xuşkên me yên hêja ku di radyoya Êrîvanê da " lo lo miho û welatê me Kurdistane " dixwendin, ewan gelek xizmetên mezin û giranbaha kirine.

Şehrîban, Roja, Şîrîna Kurd, Gulistan Perwer, Aynûr, Besê û bi sedan keç û jinên Kurd bi dengên xwe yên zelal û bi serbilindî kilam û merşên Kurdistanî dixwînin.. Keç û jinên sînemavan, şanovan, balerîn, folklorîst, muzîsyen, nivîskar, ressam, heykeltraş, mîmar ,mihendîs û di hemî delavên teknîk û hûnerê da bi hezaranin.Kurdan zincîrên civakî qetandine, dora qetandina zincîrên herê bê oxir zincîrên bindestî û esaretê hatîye. Bi mîlyonan jinên Kurd wek Eyşe Şan bo vê rojê amade ne …

Eyşe Şan, bila cîyê te cenneta rengîn bî. Tû ne bêkesî Eyşê, cîyê te ketîye dilê hemî Kurdan.