550 hunermendên cîhanê bi tabloyên xwe li Enqerê kom bûn

Ji 26 welatan, 550 hunermendên ji neteweyên ciyawaz di fûareke hunerî ya navdewletî de li paytexta Tirkiyê Enqereyê ligel berhemên xwe yên hunerî kom bûn. Ligel wêneyên jin û zarokên ku li Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dîlgirtin, gelek tablo û wêneyên ji hev cudatir ji zêdeyî 2 hezaran wêne û tabloyên hunerî bo hunerhezan hatin nîşandan.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li ser her rûyekî êş, xembarî û çîrokeke dilêş heye. Wêneyên ku bêhtir tê de jin û zarok hene wêneyên ji Mûsilê ne û piraniya kesên di wêneyan de xuya dikin, demeke dirêj zilm û zexta DAIŞê dîtine û piştre bi alîkariya Pêşmergeyan ve hatine xelaskirin. Ev wêneyên ku her yek xwedî çîrokek balkêş in.