Zarokên penaber û fêrbûna zimanê Kurdî

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dfbdbbad-63d3-4e53-ae4b-146a8c9cdd81/xwendin%20zaroken%20Rojava-.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Li dibistana Kobanî ku taybet ji bo asta seratayî, zarokên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê bi xwendin dike, ji bilî zimanê Erebî û îngilêzî, zarokan fêrî Zimanê Kurdî dike, lê balkêşiya wê jî ew e, ku zarokên Rojavayê Kurdistanê êdî bi Fermî Kurdî bi zaraveya Soranî dixwînin.

Mamoste Celîla Ocê ku bi ji Rojava ye, vê xalê ji bo pêşeroja zarokan erînî dibîne û ji K24ê re dibêje: “Zarok dûrî zimanê xwe nebûne, her du zarave Kurmancî û Soranî Kurdî ne, di destpêkê de hin pirsgirêk bo fêrbûnê hebû, lê niha baş fêr bûne.”

Rêveberê dibistanê Sebas Sorkanî jî radighîne, ku ew bi hemû kedên xwe û bi amadebûna mamosteyên zaraveyên Soranî û Kurmancî ew zarok gihandin vê astê.