Pirtûkxane Nivîskarê 53 pirtûkan, koça dawî kir

 

K24 – Dihok

Şeva borî Prof û Dr. Mesûd Hacî Mistefa Kitanî ku xwediyê 53 pirtûkên dîrokî, wêjeyî û zanistê sirûştî bû, li bajarê Dihokê koça xwe ya dawî kir.

Dr. Mesûd Hacî Mistefa Kitanî li bajarên Amêdiyê, Dihok û Bexdayê xwendibû, di sala 1974 li Vienna paytexta Nemsayê bawernameya  Diktora bidest xist û piştre li zanîngeha Mûsilê dest bi kar kir û di sala 1982an de jî bû Professor.