Neqîbê SRK-Sê Ciwan Mîranî li Hewlêrê bibîr hat

Salvegera yekemîn a Neqîbê Sendîkeya Rojnamavanên Kurdistana Sûriyê Ciwan Mîranî careke din li Hewlêrê bi amadebûna heval û hogirên wî, bibîr hat.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b7e1081d-1637-46f5-b58a-7883d8af3b31/1.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Salvegera yekemîn a Neqîbê Sendîkeya Rojnamavanên Kurdistana Sûriyê Ciwan Mîranî careke din li Hewlêrê bi amadebûna heval û hogirên wî, bibîr hat.

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê (SRK-S) salavegera yekemîn a neqîbê rojnamevanan Ciwan Mîranî  li Hewlêrê bi çalakiyekê bibîr anîn, di çalakiyê de hejamrek ji nivîskar, rojnamevan û kesayetên siyasî ji Rojava û Başûr Kurdistanê û hin deverên din amade bûn û digel malbata mîranî  kurtefilimek li ser jiyana wî temaşe kirin û karê wî yê mirovahî û rojnamevanî xwednin.

Di dema ku ciwan mîranî  di sala par de  çû ber dilovaniya xwedê sendîkeyê ragihand ku, dê salane rojnamevanekî/ê di salvegera neqîbê rojnamevanan de xelat bikin. Îsal jî Rojnamevan û nivîskar Xalid Cemîl Mihemed hat xelatkirin,

Ciwan mêranî (Elî Şeref) di sala1971an de li bajarê Derikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû, di sala 9 Îlona 2013an de wek Serokê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê hat hilbijartin.

Ji bo  xizmeta rojnamegeriya Kurdî wî ew sendîke wek wargehekê bikar dianî, da ku alîkariya rojnamevanên Rojava bike, lê qederê ew nehêşt jiyan bike û di 13 Adara sala 2015an de, Ciwann Mîranî diçe ber dilovaniya xwedê.