Celal Emîn Ferhengeke yasayî bi 3 zimanan belav kir

Parêzer û nivîskar Celal Emîn li Almanyayê ferhengeke taybet bi gotinên yasayî û îdarî ve bi her sê zimanan Kurdî – Almanî û Erebî belav kir.
kurdistan24.net

K24 – Berlîn

Parêzer û nivîskar Celal Emîn li Almanyayê ferhengeke taybet bi gotinên yasayî û îdarî ve bi her sê zimanan Kurdî – Almanî û Erebî belav kir.

Celal Emîn li ser ferhenga xwe ji K24ê re got: “Di ferhengê de mirov dikare li sê beşan de bigere. Peyvên di ferhengê de peyvên yasayî û kargêrî (îdarî) ne. Têkiliya mirovê li Almanya dijî bi dewletê re pêwîstiya wan bi van peyvan heye.”

Celal Emîn dibêje: “Gerek e pirtûkxaneya Kurd bi pirtûkên zanistî dewlemend be, lê ew tişt kêm in. Ferhengên din gelek in, lê ferhengên yasayî gelekî kêm in, ev jî di pirtûkxaneya Kurdî gelekî girîng e, ji ber ku pir caran biryarin ji Almanya tên Kurdistanê yan berûvajî, yan ji Sûriyê diçin Almanya tên wergerandin, heger wergerandin jî ne yasayî, gelek tişt wateyên wan tên guhartin.”  

Ferhenga DAD a yasayî ya Parêzer Celal Emîn berhema karê 10 salan e û 2600 gotinên yasayî û kargêrî tê de ye.