Îskenceya Zindana Diyarbekirê Bi Rêya Dansê tê Vegotin

Navenda Çanda Mezopotamya ya ku ev bi salan e li Tirkiyê derbarê çand û hûnera Kurdî de lêkolîn û xebatên hûnerî pêkşêş dike li Stenbolê bi lîstikeke muzîkal ya şanoyê derdikeve pêşberî bîneran. Lîstika bi navê "Hêk" îşkence û zordariyên li zindanên Bakûrê Kurdistanê pêkhatî bi şêweyeke ciyawaz vedibêje û li aliyekê sînorên fîzîkî û derûnî yên mirovan bi rêya dans û mûzîkê rave dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Stanbol

Navenda Çanda Mezopotamya ya ku ev bi salan e li Tirkiyê derbarê çand û hûnera Kurdî de lêkolîn û xebatên hûnerî pêkşêş dike li Stenbolê bi lîstikeke muzîkal ya şanoyê derdikeve pêşberî bîneran. Lîstika bi navê "Hêk" îşkence û zordariyên li zindanên Bakûrê Kurdistanê pêkhatî bi şêweyeke ciyawaz vedibêje û li aliyekê sînorên fîzîkî û derûnî yên mirovan bi rêya dans û mûzîkê rave dike.

Koma dansê ya bi navê Mezopotamya Dans a ku di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebatên xwe bi rêve dibe bi lîstika bi navê Hêk ya ku behsa têkoşîna li dijî zehmetiyên li hember jiyanê dike li Kadikoya Stenbolê derket pêşberî  bîneran. Lîstika ku dans û şanoyê digel hev bikartîne ji aliyê bîneran ve jî bi baldarî hat temaşekirin.

Lîstikvan amaje dikin ew bi nûmayîşa vê dansê dixwazin balbikişînin ser îşkence û azar a li zindana diyarbekirê pêkhatî  herwiha bo destnîşankirina bê nefes hiliştina zindaniyan jî şûşeyên avê wekî remzekê bikaranîne. Kreatorê lîstikê Îsmaîl Koroglu dibêje; şûşeyên avê di rabirdûyê de wekî alaveke îşkenceyê hatiye bikaranîn loma ew jî bi rêya şûşeyan baldikişînin ser wan îşkence û karîgeriya li ser derûniya girtiyan.

Kreator Îsmaîl Koroglu ji K24ê re got: "Me di dansê de wekî obje şûşe bikaranîn. Wekî ku hûn jî dizanin di rabirduyê de di serîde li zindana Amedê, li gelek deverên Kurdistanê şûşe wekî alaveke îşkenceyê hatiye bikaranîn. Me jî xest em hinekî bal bikişînin ser vê yekê û ew zordariyên wê demê hînekî raxin berçavan. Bînerên ku dûrî meseleyê jî li gor xwe ev yek şîrovekirin."

Navê Hêk di lîstikê de bi mebesta diyarkirina sînorên fizîkî û derûnî hatiye bikaranîn ku gava hêk ji mal de dişike jiyanek ava dibe lê gava ji derve tê şkandin mirinê digel xwe tîne. Lîstikvan Yeşîm Coşkun jî dibêje di destpêkê de wan bo îfade kirina fişara li ser civaka Kurd û zordarî û îşkenceyên li zindanan de gelekî hizirîne û herî dawî jî konsepteke bi vî awayî amadekirine. 

Lîstikvan Yeşîm Coşkun dibêje: "Derbarê fişar û zordariyên ku li tevahiya Kurdistanê tê meşandin de her hevalekî ji pest û fişara li ser xwe destpêkir. Me di lîstikê de bo ravekirina zordariyên li ser girtiyan bi zanebûn şûşe bikaranî. A rastî me gelekî zehmetî jî kişand lê em pê bawerin ku ew peyama ku me dixwest em bidin digihîje armanca xwe."

Di lîstîka ku tê nûmayîşkirin de bi rêya zûgotin û zêmarên Kurdî dramayeke ciyawaz li lîstikê hatiye barkirin. Herwiha di dawiya lîstikê de temaşevanan ji piyan bo lîstikvanan li çepikan xistin.