60 şêwekarên Kurd li Ewropa komeleyek damezrandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwekar û hunermendên Kurd ên li Ewropayê dimînin, komeleyeke çandî ji bo parastin û belavkirina nasname û kultura Kurdî li Ewropayê Komela Reng Art damezrandin û kongreya damezrandinê girê dan.
Peyamnêrê K24ê li Almanyayê da zanîn, Komela Reng Art bi beşdariya zêdetir ji 60 şêwekar, wênekêş û hunermendan li bajarê Siegburg ê Almanyayê konferansa damezrandinê birêve bir.
Endama Komîta Rêbebir a Komela Reng Art Nesrîn Beyam li ser wê konferansê ji K24ê re got: “Bîrokeya Komelaya Reng Art ji berî du salan heye, lê duh me kongreya xwe ya yekemîn a damezrandinê girê da. Em nêzîkî 60 hunermend û şêwekar in. Armanca me kultur û nasnameya Kurdî li Ewropa belav kirin. Herwiha ta ku em karibin alîkariyê ji gelê me yê ku ziyan ji rewşa şer dîtiye li her çar perçeyên Kurdistanê bikin.”
Herwiha got: “Komela Reng Art, komeleyeke çandî ya serbixwe ye û ti pêwendiya wê bi partiyên siyasî re nîn e û em hêvîdar in ji bo pêşerojê projeyên nû çê bikin.”
Komela Reng Art duhî kongreya damezrandinê girê da û îro jî sempozyum û pêşangehek ji tabloyên şêwekaran re pêşan dan.