Dengbêjiyê cûreyeke herî giring a hunera Kurdî ye

Stranên dengbêjiyê cûreyeke herî giring e di dîroka hunera Kurdî de. Mihemedê Kaşo stranbêjekî ji Kobanê ye û niha li bajarê Serê kaniyê cih digre, jibo xwedîkirina malbata xwe di payîza temenê xwe de karekî dûrî dengbêjiyê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Serê Kaniyê

Stranên dengbêjiyê cûreyeke herî giring e di dîroka hunera Kurdî de. Mihemedê Kaşo stranbêjekî ji Kobanê ye û niha li bajarê Serê kaniyê cih digre, jibo xwedîkirina malbata xwe di payîza temenê xwe de karekî dûrî dengbêjiyê dike. 

Mihemedê Kaşo kurê Mamedê Kaşo dengbêjê navdar li herêma Kobanê ku niha li Serê Kaniyê cih digre, ji temenê 7 saliya xwe ve ji bavê xwe hînî stranên dengbêjiyê bûye. Mihemedê Kaşo dibêje ku bi dehan stranên lehengên Kurdan ezber kirine û wek mînak ta 14 demjimêran dikare strana Derwêşê Evdî bistire.

Ji ber ku stranbêjî tenê wî xwedî nake, ji neçarî dest bi kirîn û firotina kel û pel û parçeyên hesin dike, lê ji ber şer û pevçûnên li deverê, karê wî hatiye rawestandin.

Li Rojavayê Kurdistanê hijmara kesên stranên denbêjiyê distirên kêm bûne, ji ber wê jî apê Mihemed xemgîn e û rojên xwe li gel heval û dostan bi stiranan derbas dike.

Di kelepûra K urdan de stiranên dengbêjiyê cihekî taybet digre û li gorî hin heskerên kultur û folklorê Kurdî ev rengê stranan tenê li cem gelê Kurd peyda dibe. Denbêjên Kurdistanê ta radeyekê çêrok û serpêhatiyên berê di riya van stranan re belge kirine.

Top of Form