Mehmûd Ezîz Şakir: Xewna min bû, Kurdistana serbixwe bibînim

Hunermendê Kurd ê bi navûdeng Mehmûd Ezîz Şakir staneke taybet ji bo referandûma Kurdistanê amade kiriye û dibêje, xewna her hunermend û Kurdekî ye, ku serxwebûna Kurdistanê bibîne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd ê bi navûdeng Mehmûd Ezîz Şakir staneke taybet ji bo referandûma Kurdistanê amade kiriye û dibêje, xewna her hunermend û Kurdekî ye, ku serxwebûna Kurdistanê bibîne.

Hunermend Mehmûd Ezîz beşdarî bernama “Roj baş” a K24ê bû û ragihand, hunermendên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ti carî stranên xwe bi azadî negotin, her tin di bin destiyê de dijîn, loma ev roj ji bo hemû gelê Kurd girîng e, ji bo serê xwe bilind bikin.

Mehmûd Ezîz Şakir ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji zêdetir ji 40 salî ve dest bi mûzîk û stranan kiriye û bi dehan stran tomar kirine û beşdarî dehan konsertan kiriye.

Ezîz Mehmûd Şakir, pabendbûna hunremendê Kurd bi pirsên netewî bi girîng dinirxîne û di vê dema dawî de beşdarî gelek çalakiyên piştevaniya referandûma serxwebûna Kuristanê dibe.