Helbestên Cegerxwîn li ber gora tên xwendin

Bi boneya 33emîn salvegera koça dawiyê ya helbestvanê Kurd yê navdar Cegerxwîn, hejmarek ji hezkiriyên wî hersal di 22 Cotmehê de seredana gora wî dikin.

K24 – Qamişlo

Bi boneya 33emîn salvegera koça dawiyê ya helbestvanê Kurd yê navdar Cegerxwîn, hejmarek ji hezkiriyên wî hersal di 22 Cotmehê de seredana gora wî dikin. Bavê Mistefa mirovê 84 salî ku gelek helbestên seyda ezber kirine, ew jî li ser gora seyda amade dibe û helbestên wî dixwîne.

Bavê Mistefa dibêje, Cegerxwîn netenê helbestvan bû, lê belê kesekî siyasedmedar û niştimanperwer bû û helbestên wî tev şîret û bang bûn ji bo yekîtiya Kurdan.

Ji heyama 33 salan ve, hersal di 22 meha Cotmehê de bavê Mistefa wekî wefadariyekê seredana gora seydayê Cigerxwîn dike û çend helbestên bijartî li ser gora wî dixwîne.

Di sala 1984an de seydayê Cegerxwîn wekî vê roja koça dawiyê kir û li ser daxwaza wî di hewşa mala wî de li bajarê Qamişlo bi axê hate spartin û hersal wekî vê rojê hezkiriyên seyda seredana gora wî dikin.