Şîna hunermendê navdar ê Kurd Selah Osê li Qamişlo birêve çû

Li bajarê Qamişlo bi sedan welatî, sazî û hezkiriyên hunermendê navdar ê Kurd Selah Osê, serdana konê şîniyê dikin û wî hunermendî bibîr tînin.

K24 - Qamişlo

Li bajarê Qamişlo bi sedan welatî, sazî û hezkiriyên hunermendê navdar ê Kurd Selah Osê, serdana konê şîniyê dikin û wî hunermendî bibîr tînin.

Bi dirêjahiya jiyana xwe, Selah Osê hemû karînên xwe ji bo karê hunerî terxan kiribû, çi bi berhemanîn stiran û awazan, yan jî bi çêkirina amêrên mûzîkê be, ku di dawiya jiyana xwe de, debara xwe bi wî karî dikir.

Hunermend Selah Osê mîna piraniya hunermendên Kurd, gellek astengî di jiyana xwe de dît, lê tevî wê yekê jî, hezkirina hunerê ew di riya hunerê de pêş xist û bi dehan stiran berhem aniye û di albumen xwe de belav kiriye, ku bûne mîna navnîşanekê ji hunera Rojavayê Kurdistanê re.

Derbarê astengiyên ku Selah Osê di jiyana xwe de dîtin, pismamê wî Cemal Osê ji K24ê re got: Bavê wî qebûl nedikir ku bi zaroktî li tenbûrê bide, ji ber ku qîma xwe bi wî karî netanî, lewra Selah Osê û hevalên xwe yên zarok diçûn çolê û li nav zeviyan ji xwe re li tenbûrê didan, Selah Osê tenbûra xwe jî, ji qutî û têlikan çêkiribû.

Piştî gellek serdanên ji dervî welat û bi taybet ji bo hin welatên Ewropa, hunermend Selah Osê terka bajarê Qamişlo nekir û li wî bajarî jiyana xwe berdewam kir.

Li bajarê Qamişlo jî, karê hunera Kurdî berdewam kir û bû yek ji damezrênerê Yekîtiya Hunermendan, û tevî ku ji bo gelek pirojeyan dixebitî, lê destê mirinê ji hêviyên wî dirêjtir bû.

Li ser wan çalakiyên ku hunermendê koçkirî dixwest bike, hevseroka yekîtiya hunermendan Nisrîn Mihemed ji K24ê re got: Hunermend Selah Osê dixwest berhemên xwe yên kevin nûjen bike, lê bêtir bizava vekirina workşopa amêrên mûzîkê dikirn, niha emê bi karê workşopê rabin û heger ew piroje biser keve, wê binavê Hunermend Selah Osê be, ji ber ku piroje yê wî bû.          

Selah Osê di sala 1955an de, li gundê Til Şi'îrê yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve, jidayik bû û di jiyana xwe ya hunerî de, ku nêzîkî 40 salî ye, 8 kasêt tomar kiriye, ji bilî ku bi dehên aheng û zemawendan li Ewropa û Sûriyê lidar xistiye.

N.O