Pirtûkxane Bi 5 zimanên mirî û 4 zimanên zindî dizane

 

K24 – Stenbol

5 zimanên mirî, 4 zimanên zindî bi giştî 9 zimanan dizane. Weysel Donbazê ku pisporê zimanên kevn e, heta niha 60 hezar tabletên gil ku ji heriyê tên çêkirin qeyd kirine û li cîhanê yekem kes e ku karîkaturên arkolojîk xêz kirine, piştre wek pirtûk çap kiriye.

Ev nivîsên li ser vê tableta ku ji heriyê hatiyê çêkirin tê nivîsandin, bi zimanê Sumerî ye ku di dîrokê de wek yekem zimanê nivîskî tê zanîn. Weysel Donbaz bi 5 zimanên kevn ku îro pê nayên axaftin ên Somerî, Akadî, Asûrî, Babilî û Hîtîtî dinîvîse û dixwîne. Ew ne bi tenê dixwîne di heman demê de ji heriyan bi destê xwe tablet jî çêdike.

Zimanzan Donbaz ku heta niha 10 hezar tabletên dîrokî xwendine, agahiyên zemanên berê vediguhesîne roja îroyîn. Donbaz ji K24ê re wiha axivî: “Ji bo her zimanî pêwistî bi agahiyên cuda hene. Di navbera her diyalektîkê de 600 ferq hene. Zimanên kevn di nav xwe de jî wek berê û wek nû ji hev vediqetin. Yek jî taybetmeniya zimanên berê jî ew e ku têgih û sembol zêdetir tên bikaranîn. Lê ya ecêb ew e ku di tabletên li Tirkiyê de ku min dîtin yek peyveke Sumerî nîn e.”

Di dîrokê de yekem yasa-zagon, yekem peymanên navdewletan, yekem helbestên evînê û yekem belgeya ruşvetê hemûyan jî dikare bixwîne Donbaz û ji bo wî xwendina wan gelek hêsan e.

Weysel Donbaz got jî: “Hemû nivîsên kevn bi rehetî dikarim bixwînim, hê jî bi zimanên kevn dinivîsim. Niha ez nivîsa zimanê bizmarî jî dikarim nîşanî we bidim. Ev jî sembola Xwedê ye. Beriya zayînê sal bi sal sembol jî guherandine.”

Pisporê zimanên kevn Donbaz, zimanên ku 5 hezar sal berê dihatin bikaranîn, werdigerîne bo zimanên nûjen û ew di navbera doh û îro de wek pirekî rol hildide ser xwe. Donbaz dibêjejî: “Em xebatkarên muzexaneyê divê her tiştî bizanin. Di sala 1962an de min li muzexaneya Stenbolê dest bi kar kir. Her derê muzaxaneyê bi kelûpelên wek kevir, tablet, kaxiz tije kirine. Min di vê muzaxaneyê de xwe baş perwerde kir.”

Donbazê ku 43 salan di muzexaneya arkeolojî ya Stenbolê de xebitiye, eleqeyeke mezin nîşanî berhemên kevn dide. Li cîhanê yekem car wî bixwe karîkaturên arkeolojîk xêz kirine û wek pirtûk jî çap kiriye.