Pirtûkxaneyeke navendî li Qamişlo hate vekirin

Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê pirtûkxaneyeke navendî bi navê "Amara" li bajarê Qamişlo vekir. Di pirtûkxaneyê nêzî 3 hezar pirtûk bi her 3 zimanên sereke yên deverê Kurdî, Erebî û siryanî peyda dibin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê pirtûkxaneyeke navendî bi navê "Amara" li bajarê Qamişlo vekir. Di pirtûkxaneyê nêzî 3 hezar pirtûk bi her 3 zimanên sereke yên deverê Kurdî, Erebî û siryanî peyda dibin. 

Hevseroka Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal li ser vê pirtûxaneyê ji K24ê re got: “Ev pirtûxane bi navê Amara hatiye binavkirin. Ev pirtûxane gelek pirtûkên di beşên siyasî, abûrî, çandî û civakî di nava xwe de vedihewîne. Di pirtûxaneyê de jî kafêyek jî heye. Armanca me ew e, çanda xwendinê nûjen bikin û cihekî ji xwendekar, rewşenbîr û nivîskaran re amade bikin, ta xwe tê de bibînin.”