Li Wanê, Dengbêjî kevneşopiya wêjeya Kurdî ya devkî ye

Li bajarê Wanê dîwana dengbêjan hatiye avakirin. Li rêya vê dîwanê nifşên nû ji bo dengbêjiyê tên amadekirin. Kelepûra dengbêjiyê her çiqas di nav civaka Kurdan de xurtbûna xwe berdewam bike jî hê ew tirsa nemanê jî heye. Dengbêjî rengê civakê ye ku ew winda bibe civak jî wê têk here. Ev kelepûr li gelek deverên Kurdistanê hê jî li ser piyan e, lê Serhed û bajarên wê di vî warî de cihekî cuda digirin.
kurdistan24.net

K24 – Wan

Dengbêjî li Wanê jî pir zêde ye, dengbêjên bajêr ji bo parastina vê çanda qedîm xîzmeteke mezin dikin. Ji wan dengbêjan yek jî dengêbêja jin Gazin e. Ev dengbêja jin nêzikî 30 salî ye ku ji bo parastina çanda xwe tevdigere.

Dengbêj Gazin Kiran ji K24ê re li ser dengbêjiya xwe wiha axivî: "Dengbêjî gelek hunereke girîng e û nirxeke hêja ye. Lê dengbêjî ji bo jinan gelek zehmet e û min bixwe gelek zor û zehmetî kişand. Lê piştî dengbêjên jin Eyşeşan û Meyremxanê li Kurdistana Bakur min dengbêjî kir û ji bilî min kesî qaset dernexist. Ez jî bi saya jinên Kurd hatim van rojan û ji wan re deyndar im."

Li Wanê ev çanda dengbêjiyê gelek zêde ye. Dengbêj van salên dawîn bi piranî li ser mijarên civakî yên wek; şer û pevçûn, mirin, şîn û penaberiyê klaman dibêjin. Yanî ew dibin deng û guhê civakê, qîrîn û lawijên civakê dilorin. Dengbêjên ku berê gund bi gund digeriyan, niha li navenda bajêr di dîwana xwe de di bin awazên klaman û di heman demê de dengbêjên xort jî digihînin.

Dengbêj Şîrîn Încî di vê derbarê de dibêje: "Berê radyoya Êrîvanê hebû û bandora dengbêjiyê bi wê çê bû. Hestên dilê me di zarokatiya me de bi wan stranên Radyoya Êrîwanê çê bûn û em hatin vê rojê. Di wan derfetên teng de qedexe hebû, tu kesî bi hêsanî nikaribû guhdar bikira û dengbêjannikaribûnstranbigotana.Em kesênku ev çand anî vê rojê spasiya xwe li wan dikin."

Di dîwana dengbêjan de digel klaman, hin çandên din jî hem tên parastin hem jî danasîna wan tê kirin. Di dîwanê de gelek amûreyên kurdewarî hene. Di nava wan cil û bergên jinan ên gelêrî de digel kirasfîstanan; xalîçe , ber, hiriya teşiyê, dîzik û bêjîng jî peyda dibin û ev kel û pelên gelerî gelekî bale dikişînin.