Li Qamişlo 5emîn Festival Çîroka Kurdî dest pê kir

Nivîskar dibêjin ku tevî derfetên heyî guhdan bi nivîsandina çîrokê kêm e.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo 5emîn Festival Çîroka Kurdî dest pê kir, ku tevî derfetên heyî di asteke lawaz de beşdarî tê de hatiye kirin, nivîskar dibînin ku guhdana bi çîrokê kêm e, û hin din jî dibînin ku piraniya nivîskaran berê xwe dane nivîsandina helbestê.

Di çend salên bûrî de û bi taybet piştî krîza Sûriyê, gelek derfet li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî hatine vekirin nemaze di warê rojnamegerî û nivîsandinê de, ku di van salan de gelek berhem jî bi zimanê Kurdî hatine çapkirin, lê berhemên nivîsandina çîrokê ta niha di asteke lawaz de maye. Hin nivîskarên ku di festivala çîrokê de beşdar bûne dibînin ku ji ber kêmbûna guhdanê gelek nivîskar berhemên çîrokê çap nakin, herwiha ji ber hejmara mezin ji nivîskaran berê xwe dane nivîsandina cûreyên din nemaze helbest.

Çîroknivîs Ebas Mûsa ji K24ê re got: “Berê kurteçîrok û çîroka gelêrî cihekî pir mezin di wêjeya devkî ya Kurdî de girtibû, niha jî dibînin ku bi paş ve vegeriye, ji ber nivîskar dibînin ku helbest hêsantir e û ji aliyekî din ve jî guhdana bi çîrokê ji aliyê saziyên wek Desteya Çandê û Yekîtiya nivîskaran ve jî kêm e û ne bi rengekekî akadîmî nêzîkî wê dibin.”

Yekîtiya nivîskarên Kurd her sal festivala çîrokê lidar dixe, di çapa wê ya 5emîn de bi heman astê û nivîskaran çalakiyên wê birêve diçe. Berpirsên Yekîtiya Nivîskaran li ser sedemên lawaziya festivalê bi nivîskaran re hevnerîn in û dibînin ku digel peydabûna derfetan pêwîst e nivîskarên Kurd guhdaneke bêhtir bi çîrokê bidin, ji ber yek ji cûreyên wêjeyî yê herî giring e ku roleke giring di parastina çanda gelêrî ya miletan de dilîze, herwiha asta raman û ziman jî li cem nivîskaran bipêş dixe.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriya Dilawerê Zengî li ser vê vê festîvalê ji K24ê re got: “Kesên ku dinivîsînin, ji ezmûna xwe bixwe dinivîsînin, loma ew jî bala xwe nadin çavkaniyên gelekî dewlemend yên me yê pêşiyê nivîsandine, ji ber wê çîrokên wan gelekî lawaz û qels dibin, heger ew giraniyekê bidin nivîsên xwe û li çîrokên folklorî vegerin, di baweriya min de ew çîroka folklore daxwaz û xwasteka çîroka îro nake, loma divê bi hostatî nivîskar li ser bisekine.”

Di festivala 5emîn de tenê 13 nivîskar beşdar in û 5 rojan dê bidome û biryar e di dawiya festival de xelat ji bo çîrokên herî pak bêne dayîn.