Pirtûkxane Navdarên Kurd: Xelîlê Çaçan Mûradov

Navdarên Kurd: Xelîlê Çaçan Mûradov

K24 – Navenda Nûçeyan

Xelîlê Çaçan Mûradov sala 1924an, 10ê çileya pêşin li gundê Karvanserê (niha Sedun), navça Artîkê, Komara Ermenistanê hatiya dinyayê. Malbeta wan di gund da bi nav û deng bûn, ji êla Roşkîyan bûn. Kal-bavê wan ji gundê Hesencano, navçeya Dîgorê, Qersê, Kurdistana Bakur dawiya salên sedsala 18an hatibûn wî gundî binecî bûbûn. Lê kengê jî ela Roşkaniyê ya bi nav deng qetyabûn nedihat bîra kesî. Dibêjin, ku di salên şerê Rûs-Osmaniyê yê di salên 1828-1829an da ji Bitlîsê hatibûne gundên dora Qersê bi cî bûbûn.

Xwendina xwe li dibistana gundê xwe ya destpêkê temam dike, paşê xwendina xwe li dibistana Partiyê ya Bilind li Yêrêvanê, dû ra jî Înstîtûta dûreke ya Pêdagogiyê didomîne.

Berî temamkirina xwendinên bilind ra ew li navçeya Elegezê li Ermenîstanê 6 salan (heta sala 1949an) dibe serokê komîtêya navendî ya komsomolên navçeyê. Paşê, ji sala 1950 heta sala 1957an dibe serokê beşa kûltûrayê li komîtêya şuxulvaniyê ya navçeya Araratê. Ji sala 1957an heta dawiya emirê xwe, ango sala 1981ê (24 salan) serokatî li beşa radîoyê ya bi zimanê kurdî li Yêrêvanê dike.

Radîoya Yêrêvanê navê xwe ne tenê di dîroka gelê Kurd, lê dilê her kurdekî herçar perçên Kurdistanê da hîşt. Dengê wê hidûdên dewletaye pola, qewl û qanûnên deshilatdarên dagîrkar yên şovînîst nas nedikir û bê astengî dikete her maleke kurdan. Wê demê, gava ziman, çand, edet, nav-nasneme, her tiştê kurdewarî li welatê Kurdan, mala Kurdan da qedexe bûn, nîrê asîmîlasiyona giran û teng xelkê Kurd difetisand, wek ronkayê, nûra gumanê, aparatên radîoyêye bêruh di malên kurda da deng didan, digotin: “Yêrêvan xeber dide!”. Wî dengî ruhê kurmancî, axaftina kurmancî, kilam, reqas, ewaz, ken û henek, keser û jiyana kurmancî tije malên kurdan dikir.

Xelkê kurd li xwe dihesiya… Gelekan nizanbûn, ku piş wî dengî, li avayîkî kolanê Yêrêvanê, komek kurdên welatparêz, bi rêvabiriya Xelîl Mûradov sekinîne, şev û roj dixebitin, ku ruhê kurdewarî belayî welatê xweyî dagîrkirî bikin, nehêlin neyarên kurdan meremê xwe bînine cî.

Radîoya Yêrêvanê ya dewletê bû. Helaqetiyên dewleta Sovêtê di herçar dewletên Kurdistan di nav xwe da pare vekiribûn xirab nîbû, ji bo wê jî siyasiya Sovêtê nedixwest seva kurdan navbera xwe û wan xirabke. Sansûreke giran û berk li ser xebatên parê hebû. Astengî duqet bûn, him ji aliyê dewleta merkezî, him jî aliyê deshilatdariya cî da. Wê demê li Kurdistanê gelê kurd ji bo heyîtiya xwe têkoşîn dida, şerê xweyî azadariyê dimeşand, ji aliyê dagîrkiran da mafên gel yên here sade jî hatibûn astengkirin. Rast e, meremê axaftinên radîoyê dijî împêralîzmê propaganda sosiyalîzmê bû, lê ew propaganda jî hîmlî bi rengê azayîhiziya gelên bindest yên Rojhilata Navîn dihate kirin, kîjan jî rastî ji bo hişyarbûn û xweparastina gelê meyî bindest pêwîst bû. Lê bi radîoyê propagandakirna bîr-bawariyên kurdewarî, rexnekirina siyasiya wan dewletan, ji bo azadariyê belakirina îdêayên rizgariyê û azadîxweziya kurdan, tevrakirina gelek pirsên dîroka gelê kurd ji aliyê sansurê va nedihat pejirandin.

Serokê parê carna kariêra xwe, bêqeziyabûna karê xwe dikire bin pirsê û bi culet cî dida gotar û bernamên wî teherî, yan jî bi cûre û navên cude ew îdêya bi radîoyê bela dikir, digîhand gelê kurd.

Wan salan ji aliyê dewletê va guhdarîke mezin dihate danîn ser wê parê. Astengiyên aborî tunebûn. Bi saya kar û hereketê serokê parêyî aqil wedê axaftinên rojane zêde bû. Bi radîoyê bernamên çandî, zanyarî, dîrokî, perwerdeyî, malhebûna gundîtiyê, yên sîyasî, dostaniya gelan dihatin dayîn, radîokompozîsiya dihatin hazirkirin, guhdarî dihate danîn li ser berhemên zargotinê, destanên gelêrî. Dengxana radîoyê bi kilam û awazên kurdî hate dagirtin. Bawarkî ji sedî heftê dengxana radîoyê wan salên bi seroketiya wî hate damezirandin. Bi gilîkî, di karên radîoya Yêrêvanêda emekê Xelîlê Çaçan Mûradov pirr e.

Xelîlê Çaçan Mûradov nivîskar bû. Mêla wî hîmlî li ser zargotina gelêrî bû. Pîrtûkên wî ”Kilamên cimaeta kurdan” 1963, ”Du poêm” (destanên ”Memê û Eyşê” û ”Zembîlfiroş”) 1965, ”Qisên cimaetê”, 1969, ”Benê min qetîya” 2007 (weşanxaneya DOZ), ”Cewahirên Kurdî”, 2010 (weşanxaneya LÎS”) derheqa wê yekê da dibêjin.

Sala 1976an berevoka wî ya kurteçîrokan ”Morîyê Nenê” li Yêrêvanê hate weşendin. Berevok ji aliyê xwendevana va bilind hate qîmetkirin.

Di dema xweye efrandariyêye herî geş da têlê emirê wî qetiya. Roja 13ê Mijdar a 1981an jiyana xwe ji dest dide.

Çavkanî: Gotara Eskerê Boyik

 

Berhemên wî:

Klamên Cimaeta Kurdan, 1963

Du Poêm (Destanên Zambîlfiroş û Memê û Eyşê), 1965

Qisên Cimaetê (Nimûneyên Zargotinê), 1969

Moriyê Nenê (Kurteçîrok), 1976

Benê Min Qetiya, Weşanxaneya Doz, 2007

Cewahirên Kurdî, (Folklor) Weşanxaneya Lisê, 2010