Pirtûkxane Navdarên Kurd: Evdilsemedê Babek

Navdarên Kurd:  Evdilsemedê Babek

K24 – Navenda Nûçeyan   

Evdilsemedê Babek  helbestvan û nivîskarek Kurd e, ku herî pêşîn bi zimanê Kurdî, bi zaravayê kurmancî helbest nivîsandiye. Evdilsemed kurê Babekê kurê Ebdulqasimê kurê Mensûrê hozanvan e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran cîhên wek; BexdaNîşabûrMûsil û Hamedan xwendiye û geriya ye.

Gorî Îbn Xelikan di pirtûka xweya Wefayat el Ayan de li ser Evdilsemedê babek weha dinivîse:  Ew di sala 972'an li Colemêrgê tê dinê û di 1019'an de jî wefat dike. Li gorî hin çavkaniyên din ew navbera salên 938-995an de jiya ye.

Evdilsemedê Babek di dewra xwe de jî navdar bû û ji xelkê ve jî pir dihat hesibandin û xwendin. Sadiq Behaedîn Amêdî, wî wek helbestvanê Kurd ê pêşin, ku ji Îslamê şûnda pêşde der ketibû binav dike. Herweha Amêdî dibêje, ku bi xwe sê helbestên Babek ditiye. Wî helbestên xwe bi piranî li ser mijarên olî û xweristî nivisîne.

 

Helbestek Evdilsemedê Babek:

Pesnê Buharê

 

Dila! Şadî be, xweş dem hat buhar e / Reşemeh çûn terazîn bûn diyar e

Nîhal der bûn, xweşa hat av û cobar /Befir kerker bûbû keftî nezar e

Kulîlk û gul bi ken derçûn ji kaşan /Sivik hat nêrgîza mest kofî xwar e

Bilalîz, lûleper çend kep bilind in / Di şahenşîn da wek Xûsrev bi kar e

Binevş û golşelîl û sûnbilên terr / Di lat û berbanan bestin cîwar e

Helez qewşen veda wek koçerê boş / Silav kir çevr û kerkol û sînar e

Bi ken bû gelgel û kavil yê baz e / Zinar û siwiyê ji xwe ra kire sitar e

Li ser tayê kevotê bûye mest e / Kevok û xendelîs bade vexwar e

Ji hemiyan bilbilê dîn dil bi xwîn e / Gula min kanî, li min sed car hewar e

Li min xweş tête dengê berx û karan / Li êvarê dema dibit kare kare

Werê pêşbêriya sûkre di dest da / Dihejînin parzuna li ber war e

Bi sema çûn, distêrin ev şox û şeng e / Xurmîn û zimzima keftî guhar e

Bimêze van çiyan tev xemilî ne / Bi hezar rengan xwiya nexş û nîgar e

Li Kurdistan binêre ey perîxan / Li ser dil dê biçit jeng û temar e

Li min xweş nesîme vê sibê zû / Hejandî şengê pê leyizî çinar e

Her ro Newroz e, ey dil sed tebarek / Were geştê, sema ye li çarkenar e

Peşîmanim ji emrê çû perîşan / Bi satorî me bir bê dost û yar e