4emîn festîvala şanoyê ya bakurê Sûriyê dest pê kir

Di bin diruşma “Dengvedana Zeytûnê” de Festîvala Şanoyê ya bakurê Sûriyê di çapa xwe ya 4emîn de dest pê kir. Li gorî berpirsên festîvalê ji ber festîvala îsal pisporî tê de heye, hin kom hatine dûrxistin, hin beşdar jî dibînin festîval derfetek e ji kombûna komên şanoyê re.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di bin diruşma “Dengvedana Zeytûnê” de Festîvala Şanoyê ya bakurê Sûriyê di çapa xwe ya 4emîn de dest pê kir. Li gorî berpirsên festîvalê ji ber festîvala îsal pisporî tê de heye, hin kom hatine dûrxistin, hin beşdar jî dibînin festîval derfetek e ji kombûna komên şanoyê re.

Li bajarê Qamişlo û di bin duruşma “Dengvedana Zeytûnê” 4emîn festîvala şano ya bakurê Sûriyê dest pê kir, tê de 9 komên şano ji seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê beşdar in.
Di destpêka festîvalê de koma afrînerên hêviyê ji bajarê Efrînê şanoyeke li ser dagîrkirina bajarên xwe pêşkêş kirin.

 Pispor dibînin, lidarxistina festîvalan ne nîşana pêşketina şanoya Kurdî ye, lê belê tê de encamên pêşketinê têne diyar kirin û lidarxistina festîvalê derfetek e ku komên şano li hev bicivin.

Di festîvalê de gelek komên şano hatine dûr xistin, ew jî li gorî komîta nirxandinê, ew ne di asta ku di festîvalê de beşdar bin. Berpirsên festîvalê tekez dikin jî ku di demeke nêzîk de dê derfetê bidin hemû komên hatine dûrxistin da şanoyên xwe pêşkêş bikin û dibînin ku festîvala îsal asta pisporiyê tê de ji her salên bûrî zêdetir e.

Festîvala şano ya bakurê Sûriyê li ser dirêjahiya 10 rojan dê berdewam be, komên şano jî li piraniya bajarên Bakurê Sûriyê dê şanoyên xwe pêşkêş bikin, di dawiya festîvalê de jî 9 xelat hene ku ji wan baştirîn şano û baştirîn lîstikvan û lîstikvana jin e.