Mûzîkjenê cîhanî Yanni mûzîkekê diyar Kurd dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Mûzîkjenê cîhanî yê navdar Yanni perçemûzîkekê pêşkêşî Kurd dike û dibêje: “Ez hest bi hêza we dikim.”
Mûzîkjenê Yûnanî Yannî li ser rûpela xwe ya tûra civakî “Facebook” girtevîdyoyek belav kir û tê de perçemûzîkek dijene.
Yannî derbarê wê perçemûzîkê de nivîsiye: “Ev perçe mûzîk pêşkêşî hevalên xwe yên Kurd û Sûrî dikim û hêvîdar im di zûtirîn dem de aştî peyda bibe.”
Herwiha nivîsiye jî: “Ez hest bi hêza we dikim.”
Mûzîkjenê cîhanê yê navdar Yannî ku ji regeza Yûnanî ye, bi dehan konsert li navûbangtirîn şanoyên cîhanê pêşkêş kiriye û gelek xelatên rêzgirtinê ji welatên cîhanê yên cuda wergirtine.
S. B