Berhema grûpa Bajar ya Michael Jackson deng veda
K24 – Stenbol
Grûpa mûzîkê “Bajar Defjen” ya ku piraniya endamên wê Kurd in, piştî ku ji bo yekem carê staraneke stranbêjê cîhanî yê navdar Michael Jackson kire Kurdî û belav kir, vê berhemê li Tirkiye û cîhanê dengekî bilind veda û li tûra civakî gelekî tê temaşekirin.