Hezkirina Mihemed Şêxo di dilê her Kurdekî de ye

28 sal li ser koça dawî ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo re derbas dibe, di vê helkeftê de birayê wî hin bone û bîranînên Mihemed Şêxo aşkere dike û dibêje ku, ta nuha hezkirina Mihemed Şêxo di dilê her mirovekî Kurd de ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

28 sal li ser koça dawî ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo re derbas dibe, di vê helkeftê de birayê wî hin bone û bîranînên Mihemed Şêxo aşkere dike û dibêje ku, ta nuha hezkirina Mihemed Şêxo di dilê her mirovekî Kurd de ye.

Di 28mîn salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo de bira û hevalê jiyana wî hunermend Beha Şêxo dibêje ku hezkirina welat Mihemed Şêxo bi miletê Kurd re girê da û hezkirina wî di her malê de ta nuha jiyan dike.

Piştî şikestina şoreşê di sala 1975ê de Mihemed Şêxo li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe berdewam kir, û di sala 1982ê de bi hevjîn û zarokên xwe re vegeriya bajarê Qamişlo, ji ber rewşa aborî ya zor car caran neçar dibû ku di ahengên zemawendan de bistire.

Di sala 1986an de û bi alîkariya birayê xwe Beha Şêxo tomargeheke biçûk ji xwere vekir, lê careke din ji ber sedemên ewlehî û sitranên netewî piştî 2 mehan tenê tomargeha wî ji aliyê hêzên ewlehiya Sûriyê ve ta sala 1992an hate girtin.    

Di 9ê meha Adara sala 1989an de û ji ber nexweşiyê, hunermend Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo koça dawî kir, weku her carên ku miletê Kurd derdiket pêşwaziya wî dikir, di koça wî de jî bi coşeke mezin ji hemû beşên civakê xatira dawî lê kirin û ta di koça xwe de jî soza xwe pêk anî dema ku dixwast hemî Adaran miletê wî şiyar bike.

Di sala 1948an de li gundê Xwcokê hunermen Mihemed Şêxo ji dayik bûye, di dirêjahiya temenê xwe de bi hejarî, êş, sergûnbûn û îşkencê derbas kiriyê, lê pê re jî bi dehên stran, awaz, û helbestan jî afirandiye, ku ta nuha bûye mîna nasnameyeke zindî di hunera Kurdistanê de.