Rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê nirxandin

Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di salên dawî de bi awayekî azad tê xwendin, lê hin zimanzan dibînin ku divê guhdaneke zêde bi ziman were kirin û komîteyên şopandina ziman werin avakirin .
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di salên dawî de bi awayekî azad tê xwendin, lê hin zimanzan dibînin ku divê guhdaneke zêde bi ziman were kirin û komîteyên şopandina ziman werin avakirin .

Piştî dehê salan ji qedexekirina zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, di çend salên dawî de welatiyên deverê bi şêweyekî eşkere û azad zimanê dayikê dixwînin. Mamosteyên zimanê Kurdî li Rojava dibêjin, ji ber derfetên mezin ku ji welatiyan re peyda bûne, zimanê Kurdî di deverê de bi pêş ketiye.

Mamosteyê zimanê Kurdî Arşek Baravî ji K24ê re got: “Gava ez zarok û kulîlk bi şadî hînî zimanê Kurdî dibin, ew kesera bav û kalan di dilê min de hebû derket. Şad û bextewer im ku min ji bo vî zimanî xebat kiribû. Bêgûman ev gavên wilo pîroz in, tu bikî nekî lihevnekirina siyasî nerazîbûnan dide, lê pêşketin heye û heta niha ew rêbaza lihevkirina li ser têrm, metiryal û têgehan jî hinek pirsgirêk tê de heye, lê dê çareser bibin.”

Tevî ku hejmara sazî û navendên fêrkirina zimanê Kurdî di deverê de bi awayekî balkêş zêde bûne, lê li gor hin zimanzanan karê ku ji aliyê van sazî û navendan tê pêşkês kirin lawaz e û pêwîstî bi avakirina komîteyên şopandina ziman heye.

Zimanzan Dildar Şêxo dibêje: “Em ji teknolojiya cîhanî û zanistiyê bêpar man, ji ber wê çendê divê gelekî li ser pirsên ziman û nirxên xwe yên niştimanî rawestin, çunkî karûbarên îro li dibistanan tên kirin, karekî qels lawaz e, dibe ku naverok temam be, lê şêweyê dariştina zimên gelek kêmanî tê de heye, divê ev kêmanî di ber çav re bêne derbaskirin ji aliyê komîteyeke pisporan ve.”

Di sala 2015 de cara yekemîn şagirtên Rojavayê Kurdistanê minhacên xwendinê di dibistanan de bi zimanê Kurdî xwendin .Di salên dawî de jî gelek peymangehên fêrkirina zimanê Kurdî hatin avakirin, herwiha kolêjên taybet bi wêjeya Kurdî di zaningehên deverê de hatin vekirin.