Destana Mem û Zînê bi zaravayê Hewramî jî heye

Berhemeka binavê Mem û Zîn ya ku bi zaravayê Kurdî Hewramî hatiye nîvîsandin bi rêya lêkolînan derket meydanê.
kurdistan24.net

 

K24 – Stanbol

Berhemek bi navê Mem û Zîn ya ku bi zaravayê Kurdî yê Hewramî hatiye nîvîsandin, bi rêya lêkolînan derket meydanê.

Ev berhema ku wek berhema navdar ya Nîvîskarê Kurd Ehmedê Xanî Mem û Zîn ê hatiye nîvîsandin, her çiqes ji hinek aliyan ve wek hev jî be, ji gelek aliyan ve cudahiyên wê hene.

Di vê berhema Hewramî de jî heman mijara Mem û Zînê a Ehmedê Xanî hatiye nivîsandin û di vê Mem û Zînê de tê dîtin ku, nîvîskarê berhemê gelek tişt ji pirtûka Ehmedê Xanî wergirtîne. Ev berhema heta niha veşartî mayî ji aliyê nivîskar û lêkolînerê navdar yê Kurd Perwîz Cîhanî ve hatiye dîtin.

Li gor Nivîskar Perwîz Cîhanî, bi saya gerokên Rojavayî ev berhem gihîştiye roja me û derbarê berhemê de wiha axivî: ''Mala gerokên Rojavayî ava be, bi saya wan ev berhem gihiştîne destê me .”

Cîhanî radgihîne ku, nivîskarê vê berhema ku ji berya 200 salan hatiye nivîsandin, nayê zanîn. Lê bi dîtina van berheman bandoreke baş dê li ser Kurdî çê bibe.

Ev berhema nû hatiye dîtin, ji aliyê nivîskar Perwîz Cîhanî ve bo latînî tê wergerandin û dê di demek nêzîk de bê pêşîya xwendevanan.