Komeleya Hinarokê bi riya çêrokan, zarokan fêrî zimanê Kurdî dike

Li bajarê Qamişlo komeke bi navê Hinarok bi riya xwendina çêrokan, zarokan fêrî zimanê Kurdî dikin. Projeya koma navbûrî ku ligel xwendina çêrokên Kurdî, hin çêrokên cîhanî jî werdigerînin Kurdî û ji zarokan re dixwînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo komeke bi navê Hinarok bi riya xwendina çêrokan, zarokan fêrî zimanê Kurdî dikin. Projeya koma navbûrî ku ligel xwendina çêrokên Kurdî, hin çêrokên cîhanî jî werdigerînin Kurdî û ji zarokan re dixwînin.

Koma Hinarokê ya çêrokxwendinê li bajarê Qamişlo, ku ew bixwe beşeke ji projeya Hinar ya çandî, çalakiyek ji bo zarokan li ser asta Rojavayê Kurdistanê birêve dibe. Wekî endamên komê dibêjin, dê li gund û bajaran bigerin û çêrokên folklorî yên Kurdî û yên cîhanî ku hatine bo zimanê Kurdî hatine wergerandin bi şêweyekî hesan ji zarokan re bixwînin. 

Yekem çalakî ligel hin zarokên bajarê Qamişlo bi xwendina çêroka Şîniko bi rêve çû. Piştî çêrok bi dawî dibe, pirs û bersiv bi zarokan re li ser çêrokê têne kirin û weke navtêdanekê ji zarokan re, diyarî jî têne belavkirin.

Projeya Hinar ya çandî, ku ji aliyê hin xemxwarên zimanê Kurdî ji heyama 6 mehan ve hatiye damezrandin, di warê lêkolîn, ziman, wergerandin û çapkirina pirtûkên cîhanî bo zimanê Kurdî kar dikin.

Koma Hinarokê jî bi erkê fêrkirin û perwerdeya ziman, mûzîk û şanoyê radibe û projeya wan bêtir bo zarokan e.