Li Qamişlo mihrîcana şano hate vekirin

Bi helkefta roja şanoya cîhanî, mihrîcana şano li bajarê Qamişlo hate vekirin. 13 komên şanoyê li ser asta herêma Cizîrê beşdariya di mihrîcanê de dikin û li 3 bajarên deverê dê şanoyên xwe nemayiş bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo  

Bi helkefta roja şanoya cîhanî, mihrîcana şano li bajarê Qamişlo hate vekirin. 13  komên şanoyê li ser asta herêma Cizîrê beşdariya di mihrîcanê de dikin û li 3 bajarên deverê dê şanoyên xwe nemayiş bikin.

Sêyemîn mihrîcana şanoya Kurdî ku îsal bi navê “Mihrîcana Şanoyê li Rojava” hate ragihandin, bi şêweyekî fermî li bajarê Qamişlo hate vekirin. Derbarê rakirina navê Kurdî ji navnîşana mihrîcanê, komîta amadekar dibêjin ku sedem ew e ku hin şano ji pêkhatên din jî tevlî çalakiyê dibin. 

13 komên şanoyê di mihrîcanê de beşdarin û dê şanoyên xwe li sê bajarên kantona cizîrê Qamişlo,Dêrikê û Serêkaniyê nemayiş bikin.

Endamê Komîta Şopandin û Nirxandinê Şêro Hindê derbarê rakirina navê Kurdî ji navnîşa mîhrîcanê de ji K24ê re wiha axivî: “Berê festîval bi navê Şanoya Kurdî me bi nav dikir, lê ji ber hin pêkhateyên din tevlî festivalê dibin, me xwest navekî tenê li hunerê neyê kirin. Herweha me xwest kirasekî azadiyê li vê çalakiyê bikin, loma me navê Mihrîcana Şano li Rojava bikar anî.”

Bi boneya roja şanoya cîhanî ku dikeve 27 meha Adarê, çalakiya vekirina mihrîcanê bi stran û dîlanên Kurdî ji aliyê hin komên folklorî ve dest pê kir. Herweha nameya Şanoya Cîhanî bi zimanê Kurdî hate xwendin, ya ku di sala 2016ê de ji aliyê Desteya Şanoya Cîhanî ve bi şêweyekî fermî hate pesendkirin û dê li ser malpera desteya navbûrî de di nava zêdetir ji 20 zimanên cîhanî de bête weşandin.

Derhêner Ebdulrehman Ibrahîm jî got: “Îsal lîstikvana Frensî Îzabêl Hiyûbirt ji aliyê Desteya Şanoya Cîhanî ve hate hilbijartin ku nameya şanoya cîhanî binivîse. Ev name bi gelek zimanan di ahengên taybet bi vê rojê tê xwendin û ev bû sala diwemîn ku bi zimanê Kurdî jî di malpera desteya navbûrî de tê belavkirin û her Kurdek li hemû welatên cîhanê di kare vê nameyê bixwîne û îro li mihrîcanê jî hate xwendin.”  

Ji beriya du hefteyan ve amadekariyên mihrîcanê têne kirin û ji nav gelek komên şanoyê tenê 13 kom hatine hilbijartin û di heyama hefteyekê de dê şanoyên xwe li sê bajarên deverê nemayiş bikin. Roja 4 Nîsanê li bajarê Qamişlo dê girtina mihrîcanê bi belavkirina xelatan bi dawî bibe.