Navdarên Kurd: Mehmed Uzun

Nivîskarê Kurd ê navdar Mehmed Uzun di 1ê Çile 1953an de li bajarê Siweregê girêdayî Ruha ya Bakurê Kurdistanê hate dinê. Ji ber egerên siyasî di sala 1977an de ji Tirkiye koçî Swêdê dike. Di navbeyna salên 1979-1981an de redaktoriya kovara “Rizgariya Kurdistanê” kiriye. Di sala 1989an de berpirsiyariya beşa kulturî ya rojnameya hefteyî “Kurdistan Press” hilgirtiye. Xebata xwe ya nivîskarî sala 1985an destpêkiriye. Yekem pirtûka wî “Tu” di sala 1985an de hatiye weşandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mehmed Uzun, endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.

Ew li sala 2005ê vegeriya Tirkiyê û li Stenbolê ma. Li dawiya wê salê (2005ê) ji aliyê wezareta rewşenbîriyê a hukimeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêr a paytext hat xelatkirin.

Lê mixabin ko li 29ê meha gulana 2006ê hat zanîn ko tûşî nesaxiya giran a şêrpenceyê bûye. Li destpêkê, ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê li Stokholma Swêdê hat nivandin. Ew ji bo çareserê ber bi Amerîkayê jî hat şandin.

Berî nesaxkeftinê, Mehmed Uzun mijûlî nivîsîna romaneke nû bi navê "Hêviya Auerbauch"î bû.

Mehmed Uzun di 11'ê cotmehê sala 2007an di demjimêr dora 11.00an li Amedê ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwe.

Berhemên wî: