Li ser înternetê rêzefîlmekî bi Kurdî hate çêkirin

Li Stenbolê ji aliyê komeke ciwanên Kurd ve li ser internetê rêzefîlmekî bi Kurdî hate çêkirin. Li gorî derhêner û serlîstikvanê rêzefîlm ew armanc dikin ku bi vê rêyê hem zimanê Kurdî populer bikin û hem jî jiyana rojane ya Kurdên li bajarên mezin bi rêya henekan raberî raya giştî bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji aliyê komeke ciwanên Kurd ve li ser internetê rêzefîlmekî bi Kurdî hate çêkirin. Li gorî derhêner û serlîstikvanê rêzefîlm ew armanc dikin ku bi vê rêyê hem zimanê Kurdî populer bikin û hem jî jiyana rojane ya Kurdên li bajarên mezin bi rêya henekan raberî raya giştî bikin.

Digel hemû astengî û rewa nedîtina mafê Kurdan yê di her warî de ku li her çarparçeyên Kurdistanê wek kêşeyeke mezin derdikeve pêşberî Kurdan, dîsa jî Kurd dev ji hewlên xwe yên danîna bingehekê ya di warê çandî, dîrokî û sînamegeriyê de bernadin. Digel şert û mercên zehmet jî li xerîbiyê ji welatê xwe dûr karên xwe berdewam dikin. Yek ji wan karan jî xebateke rêzefîlmê bi navê "Zarên Me" ye ku ji aliyê komeke xortên Kurd ve li Stenbolê hatiye çêkirin û li ser înternetê tê weşandin. Derhêner û lîstikvanên rêzefîlmê "Zarên Me" li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî danasîna fîlmê xwe kirin û bi rêya panelekê jî li ser kêşeyên sînemegeriya Kurdî rawestiyan. Derhênerê rêzefîlm Omer Kara dibêje; her çiqas aboriyê pişta wan jî şikenan dibe, zor û zehmetiyên wê hebin jî ew ê karê xwe berdewam bikin.

Derhênerê Rêzefîlmê Zarên Me Omer kara ji K24ê re wiha axivî: "Bingeha sînemaya me divê bi Kurdî be. Heta ku ziman ne bi Kurdî be ew sînemaya Kurdî nîn e. Ya ku em çêdikin komediya absûrt e. Yanî em ajîtasyonê bikin û bêjin em Kurd gunene wiha ne… Na… Em Kurd dikenin jî… Me jî ev tarz anî li ser sînemaya Kurdî û li ser rêzefîlmê Kurdî û me çêkir."

Mijara rêzefîlmê "Zarên Me" li ser jiyana rojane ye û bi çavê xortekî 19 salî ku azmûna zankoyê qezençkiriye û lêxistiye hatiye Stenbolê, raberî temaşevanan dike. Rêzefîlm bi şêwaza komediya absûrt hatiye çêkirin. Li gorî serlîstikvan Jijan Kara jî sibê roj dibe ku ev fîlm li zanîngehan bibe mijara nîqaşê di nava ciwanên Kurd de. Ew dibêje; egere bi saya fîlm li kolan û di kafeyan ciwan bi Kurdî qise bikin.

Serlîstikvanê Rêzefîlmê Zarên Me Jiyan Kara dibêje: "Ez dixwazim populîzma zimanê Kurdî gelekî berjor bibe. Zimanê Kurdî niha tenê zimanê helbest û strana ye. Ez vê yekê qebûl nakim. Em dixwazin hemû xewnê ciwanên me bi Kurdî be. Çawa Tirk me bi fîlmên xwe asîmîle dikin em ê jî Kurdan bi fîlmên xwe asîmîle bikin û bixin Kurdistanê."

Rêzefîlmê bi Kurdî "Zerên Me" xebateke yekem e ku ji bo weşana li ser înternetê hatiye çêkirin. Derhêner û lîstikvan dixwazin 5 an jî deh beşan çêkin, ji bo her sezonekê. Lê eger aborî rê bide. Herwiha derdekî wan yê din jî heye, ew armanc dikin ku bi zimanekî paqij karê xwe bibin serî, beyî ku bikeve bin bandora zimanê Arebî û Tirkî. Ew di rêzefîlm de li ser estetîkê jî baldar in û giringiyê didin qalîteyê. Derhêner û lîstikvanê "Zarên Me" dixwazin bi rêya vî fîlmî bikevin frekansa ciwanên Kurd da ku hemû li metrepolan bi zimanê xwe biaxivin.