Şêwekar Bêrîvan Hemûş Efrînê bi rengê azadiyê xêz dike

Şêwekar Bêrîvan dibêje: Çendî Efrîna min rengîn e, ewqas jî ez ê bi rengê rengîntir bikim.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Keça Kurd a Efrînî Bêrîvan Hemûş piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, Efrînê bi rengê şahî û azadiyê xêz dike û ew tariyê naxe ser tabloyên xwe, ji ber ku ew bi bawer e, Efrîn dê careke din azad bibe.

Di biçûkiya xwe de Bêrîvan hez ji karê şêwekariyê kir jê re bû xwenek ku rojekê bibe şêwekareke navdar û bi reng û tiliyên xwe tabloyên jiyanê xêz bike. Birîvan keçeke Efrînî ye, di jiyana xwe yê hunerî de rastî gelek astengiyan hat, lê bi vîna xwe karîbû gelek qonaxên zehmet derbas bike û kolîja Hunerên Ciwan li Zanîngeha Halabê bidawî bike û ji nû va di nav astengiyên nû de meşa jiyana xwe berdewam bike.

Şêwekara Efrînî Bêrîvan Hemûş ji K24ê re wiha axivî: “Destpêkê em ji aliyê civakê ve rastî gelek astengiyan dihatin. Keçek karê hunerê bike bi tenê biçe û bê û pêşangehan veke, nedihat pejirandin, lê niha rewş baştir bûye.”

Birîvanê li Efrînê gelek pêşengehên tekane lidar xistin û pir caran jî li gel havkarên xwe şêwekarên Efrînî çalekiyên hunerî birêve birin, lê dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve bandoreke mezin li wê û karê wê kir. Birîvan dide zanîn ku nihe tenê Efrînê xêz dike lê bi rengê azadiyê û şahiyê. Ew tariyê naxe tabloyên xwe ji ber ku ew bi bawer e ku dê Efrîn vegere û ji nû ve kerasê xwe yê rengrengîn li xwe bike.

Bêrîvan dibêje: “Di dagîrkirina Efrînê de zehmetî pir çê bû, her ku dijmin dar û zeytûn û her tişt dişewitand, lê vîna min bihêztir dibû. 6o rojî berxwedan hebû, ewqas jî di hundirê me de berxwedan zêde dibû. Çendî Efrîna min rengîn e, ewqas jî ez ê bi rengê rengîntir bikim. Ew bandor li ser min çê bû ku rengên min niha rengîntir in û şahî tê de heye. Niha ev xeta min a şêwekariyê ye.”

Birîvan hêvî dike ku Efrîn bê rizgarkrin û careke din ew vegere li ser axa wê û jiyan xwe berdewam bike, bi sûnda ku tenê Efrînê ji bo Efrîniyan xêz bike û nifşên nû û zarokên efrînê fêrî huner û şêwekariyê bike.