Sefîn Dizeyî: Bexda milyarekê bide me, em rêkkevtinê dê bikin

Sefîn Dizeyî, gotebêj ê hikumet a Herêm a Kurdisatanê ragehand: Eger hikuemet a Îraqê mehane yek milyar Dolaran bide Herêm a Kurdistanê, Em amadyîne rêkkevtinê li gel Bexdayê bikin.

K24- Hewlêr

Sefîn Dizeyî, gotebêj ê hikumet a Herêm a Kurdisatanê ragehand: Eger hikuemet a Îraqê mehane yek milyar Dolaran bide Herêm a Kurdistanê, Em amadyîne rêkkevtinê li gel Bexdayê bikin.

Gotbêj ê Hikumet a Herêm a Kurdistanê di hevpeyvînekê de bo ajans a Royterz amaje bi wê yekê daye ku eger Bexda daxwaz wê petrol a Herêmê bike û di bernaber de 17% ji pişk a Herêmê ji bûdce ya Îraqê bide Herêm a Kurdistanê, karek locîkîye û cihê qibûlkirinêye.

Sefîn Dizeyî di wê hevpeyvînê de xuya kirîye ku eger Bexda mehane yek milyar Dolar bide hikumet a Herêm a Kurdistanê wê çaxê em amadeyîne rêkkevtinek a bi wê awayî bikin.

Ev axivtin ên gotebêj ê hikluemt a Herêm a Kurdistanê di demekê de ye, di meh a burî de heya niha hikumet a Îraqê, şandin a petrolê bi rê ya kompanya ya Petrol a Bakûr ragirtîye û çi petrolê bi rê ya xîç a borî yên Kerkûk-Cîhab hinarte nekiîrye û bi vî awayîç jî vîyaye givaşê bixe ser Herêm a Kurdistanê bo desteberkirin a danûstandinan û rêkkevtinek a nû bo pişkkirin a dahatan.

Bi rê ya borî yên Kerkûk - Cîhan petrol a bîayav ên Kerkûkê dihê veguhaztin bo bender a Cîhan a Turkîyaî û di rewş a asyî de komapanî ya Bakûr tenê  şîyan a şandin a 150 hezar bermîl ên petrolê heye di rojekê de.

Ew petrol a hikuemt a Herêm a Kurdistanê berhem dihîne û Bexda difiroşe her bi rê ya wan borîyan dihê hinartekirin bo bazar ên Cîhanê.

Lew Sefîn Dizeyî weha dibîne ku eger petrol rasterast bihê veguhaztin yan bi herre Bexdayê û dûv re bihê veguhaztin bo bazar ên cîhanê wek heve û li ba me asayîye ku carek a dî danûstandinan li ser evê yekê bikin.

Gotebêjê hikumet a Herêm a Kurdistanê sedem a ragirtin a firotin a petrolê bi rêya Bexdayê ve xuya dike û di ragehîne: Hikumet a Herêm a Kurdistanê wê çaxê biryar dabû ku pûetrol a xav a xwe radestî Bexdayê neke ku Îraqê budce ya Herêm a Kurdistanê kêm kiribû bo kêmtir ji 400 milyon Daolaran.