Zêbarî: Eger heye ku Kurdistan bi pişka xwe ya ji budceya Iraqê de biçe

Wezîrê Darayî yê Iraqê ragihand ku, daketina buhayê petrolê bandoreke mezin li Herêma Kurdistanê kiriye, lewma eger heye ku Kurdistan bi pişka xwe ya ji budceya Iraqê de biçe.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrê Darayî yê Iraqê ragihand ku, daketina buhayê petrolê bandoreke mezin li Herêma Kurdistanê kiriye, lewma eger heye ku Kurdistan bi pişka xwe ya ji budceya Iraqê de biçe.

Li gor yasaya budceya sala 2016an, pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê ji sedî 17 e, bi mercê ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl bermîl petrol bi rêya Bexdayê hinarde bike. Lê Bexda dibêje ji ber ku Herêma Kurdistanê pêbendî wê rêkeftinê nebûye, ew pişka wê ji budceyê naşînin Hewlêrê.

Wezîrê Darayî yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî ji anajsa Reutersê re amaje bi wê yekê kir ku, nîşan hene ku nirxê petrolê di Buharê de baş bibe, piştî ku rêjeya berhemanîna ji aliyê dewletan ve kêm bibe.

 Zêbarî di heman demê de pêşbînî kir ku, Îran nikaribe berhema xwe ji petrol zêde bike.

Nirxê bermîlê petrolê ku beriya 2 salan bi bêhtirî 100 dolarî bû, niha daketiye derûdora 30 dolarî, vê yekê jî ziyanên mezin gihandine Iraqê.

Daketina buhayê peetrolê, birîna budceyê ji aliyê Bexdayê ve, şerê li dijî DAIŞê û hatina nêzîk 2 milyon penaber û derbider, krîzek darayî li Herêma Kurdistanê peyda kiriye.

Lewma Wezîrê Darayî yê Iraqê pêşbînî kir ku, eger buhayê petrolê bilind nebe, dê Herêma Kurdistan bi pişka xwe ya ji butceya Iraqê de biçe