"Hişmendiya sermiyanê netewî li ba Kurdan çênebûye"

Hat ragihandin ku şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê li ser hilberîn û bazirganiyê bandoreke mezin kiriye û bi hezaran kargeh hatine girtin, bi deh hezaran jî karmend bê kar mane.

K24 – Diyarbekir

Karsazên Pişeya Bînasaziyê yên Diyarbekirê, ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkan civînek saz kirin. Di civînê de, hat ragihandin ku şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê li ser hilberîn û bazirganiyê bandoreke mezin kiriye û bi hezaran kargeh hatine girtin, bi deh hezaran jî karmend bê kar mane. Herwiha hat gotin ku sermayedarên Kurd ji hişmendiya peydakirina sermiyanê netewî dûr in.

Bi pêşengiya Odeya Pişesazî û Bazarganiya Diyarbekirê (DTSO), sermayadarên pişeya Bînasaziyê doh (25.02.2016) li Hîlton Otelê civiyan û pirs û pirsgirêkên wê sektorê gotûbêj kirin.

Serokê DTSOyê Ahmet Sayar ji Kurdistan24ê re ragihand ku, li ciyên derketina derve qedexe be û şer û pevçûn hebin, mirov nikare behsa tu bizavên aboriyê bike. Sayar bal kişand ser wê yekê ku feqîrî û kêmderfetiya li Kurdistanê, ne ji ber nebûna derfet û dewlemendiyên erdnigariyê ne, Kurdistan dewlemend e, lê rewşa ku ew dewlemendî bibin derfet peyda nabe.

Ahmet Sayar wiha axifî: “Em li van beşdaran guhdar dikin, pirs û pirsgirêkên xwe dibêjin. Em jî di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên hikûmet û serokwezîr re van kêşeyan tînin ziman.”

Di salên dawî de, bazirganiya di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê zêde bûbe jî karsazên Kurd dibêjin, karhêsaniyên ku ji bo karsazên Tirk û yên din tên kirin ji yên Kurd re nayên kirin.

Karsaza Kurd Nevîn Îl ji Kurdistan24ê re diyar kir ku li ba Kurdan hişmendiya peydakirina sermiyanê netewî nîne û da zanîn ku aştî û çareseriyên siyasî ji bo Kurdan ji bazirganiyê girîngtir e, lê divê Kurd jî bazirganiya xwe bi hişmendiya netewî bikin: “Tenê ne problem, em li ser çareseriyan jî dipeyîvin. Bazirgan û karsaz dê gotinên xwe yên li ser jiyanê jî ragihînin. Ev tişt girîng e.”

Piştî şer û aloziyên ku ev 8 meh e li Bakurê Kurdistanê berdewam in, avahî û şûnwarê bi dehan tax û navçeyan bi xirbî û têkçûyînên mezin rûbirû mane û hatine wêran kirin. Diyar e ku ger şer raweste ji bo sazûmaniya nû barên giran û girîng dê bikeve para pişeya bînasaziyê.