Mermerê Bakurê Kurdistanê bûye stêrka bazara cîhanê

Mermerê Bakûrê Kurdistanê, di 20 salên dawîn de bûye stêrka bazara cîhanê. Bi taybetî di kargehên Diyarbekirê de mermerê bi qalîte tê amadekirin û ji Asya heta Ewropayê ji bo çar aliyên cîhanê tê hinardekirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ef5577ff-6b6e-4f33-a80a-15b52ea7fa60/122617TBK.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Mermerê Bakûrê Kurdistanê, di 20 salên dawîn de bûye stêrka bazara cîhanê. Bi taybetî di kargehên Diyarbekirê de mermerê bi qalîte tê amadekirin û ji Asya heta Ewropayê ji bo çar aliyên cîhanê tê hinardekirin.

Bakurê Kurdistanî ji aliyê kana mermer ve dewlemend e. Blokên memerê ku ji kana tê derxistin, di febrîqeyên ku xwedî teknolojiyeke pêşketîne de ji bo bazara navxweyî û ya derve tê amadekirin. 112 kes li vê kargehê bi 3 vardiye 24 saetan dixebitin. Xwediyê Kargehê Muhamed Edip Ozer dibêje; qaliteya mermerê Diyarbekirê di cîhanê de hat tescîlkirin û ji gelek dewletan daxwazeke zêde heye. Ozer got; em mermerê xwe difiroşin Erebîstan, Qetar, Dûbaî û dewletên din ên Rojhilata Navîn lê Kurdistan jî bazareke me ya berfireh e.

Xwediyê Kargeha Mermerî Muhamed Edip Ozer ji K24ê re got: "Em dişînin Herêma Kurdistanê, em dişînin Bexdayê jî. Jixwe Kurdistan wekî welatê me ye, em jî diçin tên û li wir bayiyên me hene. Em baş difiroşin. Lê ev 2 sal in bazar hinek sekinibû lê wisa xuya dike ku dê dîsa kar û xebat dest pê bikin."

Hilberînerên mermerê dibêjin; mermerê Bakûrê Kurdistanê bi qalîteya xwe di 20 salên dawîn de di bazara cîhanê de hatiye qebûlkirin. Ev mermer ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn xwedî bazareke berfireh e. Muntesar Ecac karsazekî ji Filîstînê ye. Ecac ji bo kirîna mermeri hatiye Diyarbekirê. Mermerî ji Diyarbekirê dibin Mêrsînê û ji wir jî bi rêya deryayê, di ser Îsraîlê re digihînin bazara Filîstînê.

Karsazê Filîstînî Muntesar Ecac dibêje: "Ez ji Filîstînê ji bo kirîna mermerê Diyarbekirê hatime. Hem qatîteya vî mermerî baş e hem jî buhayê wî baş e. Ev cara pêşîn e ez tên Diyarbekirê, ez ê vî mermerî têxim nav bazara Filîstînê jî. Heger were tercîhkirin, ez ê her tim ji Diyarbekirê bikirim. Başbûna pêwendiyên Tirkiye û Filîstînê karê me jî hêsan dike."

Tenê li Diyarbekirê 12 febrîqeyên mezin ên mermerî hene. Mehane di navbera 200-250 hezar metrekare de mermer tê hilberîn. Li gorî qelîteya mermeri; metrekare ji 14 dolaran dest pê dike û heta 75 dolarî diçe. Mermerê bakûr herî zêde li bajarên wekî Diyarbekir, Semsûr û Elezîzê tê hilberandin û Kurdistan, Îtalya, Erebîstan, Yewnenîstan, Çîn, Amerîka jî di nav de belavî bazara 70 dewletan tê kirin.