Gorran û YNK: Daxwaz dikin şandin apetrol a Kerkûkê bihê ragirtin

Bizav a Gorran û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê li Kerkûkê kom bûn û piştîvanî ya xwe bo name ya Hêro Îbrahîm Ehmed derbirrîn li ser wê yekê ku şandin a petrol a Kerkûkî bihê ragirtin.

K24- Hewlêr

Bizav a Gorran û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê li Kerkûkê kom bûn û piştîvanî ya xwe bo name ya Hêro Îbrahîm Ehmed derbirrîn li ser wê yekê ku şandin a petrol a Kerkûkî bihê ragirtin.

Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand: Bizav a Gorran û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê li Kerkûkê rêkkevtin li ser wê yekê ku dahat a petrol a Kerkûkê bo xelk ê Kerkûkê bibe û komîteyek jî pêkhînan daku serdan a alî yên sîyasî yên Kurdistanê bikin li ser pirs a hilbijartin a Civat a Parêzgeh a Kerkûkê.