Bilindbûna dolar aboriya Tirkiyê ber bi qonaxeke metirsîdar ve dibe

Bi boçûna aborînasan 2 xalên giring hene ji bo berlêgirtina bilindbûna nirxê dolar û ya qeyrana aboriyê.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

 

Li Tirkiyê dolar her roj bi ser rekora roja berê dikeve. Sedema bilindbûna nirxê dolar çiye û di warê hinarde û hawirdeyê de ji aliyê aboriya Tirkiyê ve tê çi wateyê? Bandora biryara Parlamentoya Ewropyê tê de heye an na? Aborînas vê rûdana krîtîk ya di aboriya Tirkiyê de dinirxînin.

Di van hefteyên dawîn de di ser dolar re derbeyên mezin li aboriya Tirkiyê dikevin. Piştî biryara Parlamentoya Ewropayê nirxê dolar li beramber lîreyê Tirkî rekoreke dîrokî şikênand û çû ser 3.48an. Benda ku niha li serê rawestiya jî 3.45 e. Li beramberî dolar jî nirxê pereyê Tirkiyê ji sedî 19 kêm bû. Li gorî daneyên aborînasan bi bilindbûna nirxê dolar re, Tirkiyê 216 milyar dolaran ketiye zererê. Bi boçûna aborînasan sedema bilindbûna nirxê dolar û ew ihtimala pêkhatina qeyrana aborîyê ya li Tirkiyê ligel rûdanên li Iraq û Sûriyê bi 4 xalan ve girêdayî ye. 1- Di sala 2017an ihtimala pêkhatina referandûmê. 2- Aloziya têkîliyên bi Yekîtiya Ewropayê re. 3-Rewşa Awarte û ihtimala dirêjbûna wê. 4- Bendewariya bilindkirina rêjeya faîzê ya FEDê.

Rojnameger Aborînas Huseyîn Gokçe wiha got:

"Bi taybetî rûdanên li Sûriye û Iraqê dike ku dolar bilind bibe. Biryara Ewropayê rast e rast bandorê li dolar nake. Diravgeha Navendî faîz bilind kir, ev yek wê bike ku perên germ ên veberdêrên biyanî bikevin Tirkiyê. Lê aktorên kureyî jî nirxên dolar bilin dikin, ji xwe re şert û mercên rewa û guncawtir pêk tîn da bikevin Tirkiyê. Naxwazin dolarên xwe bi 3.30an dixwazin bi 3.44-46an hur bikin."

Rojnameger Aborînas Turgay Guler wiha axifî:"Biryara Parlamentoya Ewropayê wek gola deqîqeya dawîn bû. Bandora herî mezin ew e ku Tirkiye li derveyî prosesa Sûriye û Iraqê ma hiştin. Li bilindbûna nirxê dolar, bandora resesyona li Ewropayê jî heye. Hilbijartinên Emrîkayê jî di navê de. Dema ev yek hemû têne ser hev rê li ber qeyreaneke aboriyê vedike. Lê bilindbûna nirxê dolar wê berdewam bike. Heta dawiya salê bi baweriya min wê dolar derkeve 3.60an."

Zêrfiroş û dolarfiroş jî ji ber bilindbûna nirxê dolar ketine nava metirsiyeke mezin û dixwazin ku di demeke kin de bergirî bên hilanîn.

Dolarfiroş Eren Çelik wiha anî ziman:"Di her dû mehên dawîn de Dolar jî Ewro jî ji sedî 15 bûha bû. Berê welatiyan dolarên xwe di serifandin lê niha ji ber deynê xwe nikarin tiştekî bikin. Ev jî bandorê li ser pîyasa me dike."

Zêrker Fatih Aydogan wiha got:"Her roj firotina zêre me kêm dibe. Ez li vir zêdetir kevirên giranbûha difiroşim. Di meha dawî de zêdebûna Dolar di karê me de, taybetî jî firotina kevirên giranbûha de ji sedî 90 kêm kiriye.

Ji hinerdeya 104 milyar dolarên ku di 9 mehên dawîn de hatiye kirin 50 milyar dolarê wê bo Ewropayê hatiye kirin. Bi boçûna aborînasan biryara Parlamentoya Ewropayê li demeke wisa rast hatiye ku jixwe demek dirê je ku aboriya Tirkiyê di nava tirbulansekê de bûye. Loma jî li beramberî van rûdanên neyînî yên siyasî yekem car vê mehê Bankeya Navendî ya Tirkiyê di faîzê de nîv puan bilind kiriye û hebûna xwe çespandiye.

Digel vê yekê jî bazar aşt nebûye û dolar her li ber bilindbûnê ye. Bi boçûna aborînasan 2 xalên giring hene ji bo berlêgirtina bilindbûna nirxê dolar û ya qeyrana aboriyê. 1. Divê Tirkiye hay ji daxuyanî û şêwazên xwe hebe. Wek "em ji Ewropayê derdikevin ber bi Şengayê ve diçin". 2. Divê amancên ku bi hev re kok in bi bernameyekê bên ragihandin û bi vê yekê mirov bên razîkirin.