Herêma Kurdistanê 100 mêgawat karebe dide Kerkûkê

Herêma Kurdistanê 100 mêgawat karebe dide Kerkûkê, di demekê de, ku ew parêzgeh 250 mêgawatan dixwaze.

K24 - Navenda Nûçeyan

Herêma Kurdistanê 100 mêgawat karebe dide Kerkûkê, di demekê de, ku ew parêzgeh 250 mêgawatan dixwaze.

Berpirsê Fermangeha Dabeşkirina Kareba Kerkûkê (Reşîd Mehdî) di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku Kompanya Elmas a berhemanîna karebê li Herêma Kurdistan, 100 mêgawat kareba daye Kerkûkê, bi armanca ku kareba niştimanî li wê parêzgehê bê zêdekirin.

Reşîd Mehdî diyar kir, ku heya niha 500 heya 550 mêgawat karebe ji bo Kerkûkê hatiye dayin, ku 100 mêgawat yê kompaniya navhatî ye, lê bi gotina wî berpirsî, pêwîstiya parêzgeha Kerkûkê bi 250 mêgawatan heye û 100 mêgawat têra wê nake.

N.O