Berhema petrola Herêma Kurdistanê ji sedî 10 zêde dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Tê pîşbînîkirin îsal berhema petrola Herêma Kurdistanê ji sedî 10 zêde bibe û bigihe 602 hezar bermîl petrol di rojekê de.
Li gor peymangeha lêkolînan a Washingtonê îsal asta herhemdana petrola Herêma Kurdistanê li kêlgeha Etroş tê zêdekirin û kompanyaya Anerjiyê ya Niştimanî ya Ebûzebî petrolê ji wê kêlgehê derdixe û bi wê jî asta berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 10 zêde dibe.
Ew peymangeh amaje bi wê jî dide, berhema rojana ya Herêma Kurdistanê digihe 602 hezar bermîl petrol, ku sala borî berhema petrola Herêma Kurdistanê 550 hezar bermîl petrol di rojekê de bû.