Ligel krîza aborî bazara cilên Kurdî her germ e

Bi hatina Newrozê re bazara cilên Kurdî jî geş dibe. Herçiqas li Herêma Kurdistanê krîza aborî hebe jî dîsan bazara cilên Kurdî ya jinan germ e, lê cilfiroş dibêjin ku bazara cil û bergên mêran kêm e.

K24 – Hewlêr

Bi hatina Newrozê re bazara cilên Kurdî jî geş dibe. Herçiqas li Herêma Kurdistanê krîza aborî hebe jî dîsan bazara cilên Kurdî ya jinan germ e, lê cilfiroş dibêjin ku bazara cil û bergên mêran kêm e.

Her sal berî Newrozê bi 20 rojan li Herêma Kurdistanê bazara cilên Kurdî yên jin û mêran gelekî germ bû û mirov dikare bibêje ku ji sedî 80ê welatiyan cil û bergên Kurdî ji xwe re dikirin wek amadekariyekê bo Newrozê, lê îsal hinekî ferq heye, bazar ne hewqasî geş e.

Dikandarên cil û bergên Kurdî qala bêbazariyê dikin û cilfiroşekî jî ragihand ku krîza aborî derbeke mezin li bazarê daye, gelek zerar gehiştiye wan û got: "Berî krîza aborî bazara me gelekî baş bû, lê ji nişka ve bazar ket û bandoreke xirab li me kir û zerarmend bûn."

Lê berevajiya bazara cil û bergên mêran, ya jinan wiha dixwiye ku hê tevger têde heye. Dikanderekî ku cil û bergên jinan difroşe jî wiha axifî: "Li gor salên borî hinekî ferq û cudahî heye, lê dîsan ne hewqasî zêde, bazara cilên Kurdî dîsan li gor xwe germ e."

Demek dibe li Herêma Kurdistanê krîza aborî heye û vê yekê bandoreke xirab li jiyana rojane a welatiyan kiriye, lê dîsan wek kefneşopiyek bi taybetî jin bo Newrozê amadekariya xwe dikin û cil û bergên Kurdî dikirin.