Cotkarên Cizîrê daxwaza alîkariya semadê dikin

Li Rojavayê Kurdistanê û ji ber zûbarîna baranê hejmareke mezin ji cotkaran zeviyên ceh û genim zû çandin û ji ber wê jî hijmareke mezin ji zeviyên ceh û genim zer bûne û pêwistiya wan bi semadê heye. Cotkar gazinan dikin ku semad kêm û buha ye û ji desteyên têkildar daxwaz dikin alîkariya wan bikin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Ji ber zûbarîna baranê di mûsimê sala 2018-2019ê de, rêjeyeke mezin ji cotkarên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê zeviyên xwe zû çandin û di encamê de jî gelek zeviyên ceh û genim zerbûne û pêwistiya wan bi reşandina semadê heye. Cotkarên deverê gazinan ji kêmbûn û buhabûna nirxê semadê dikin û dibêjin ku nirxê tevaya keresteyên pêwist ji çandiniyê re buha ne û ne li gorî karînên wan e.

Berpirsên desteya têkildar di Rêveberiya Xweser de ji alî xweve tekez dikin ku hewldanên wan hene semadê ji cotkaran re bi nirxekî guncaw dabîn bikin. Tê zanîn jî ku li bazara reş nirxê yek ton semada Yuriya dighêje nêzî 240 hezar L.S ango 460 Dolarê Amerîkî û nirxê yek ton ji semadê li cem destya navhatî bi 200 hezar L.S ango 385 Dolarî tê firotin.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Çandiniyê ya biser hikûmeta Sûriyê ve, rûberên zeviyên çandî bi ceh û genim li parêzgeha Hesekê di werzî îsal de gihiştine zêdeyî 900 hezar Hêktarî, ku ji wan 145 hezar Hêktar zeviyên avî ne û 750 hezar hêktar zeviyên bejayî ne. Pisporên çandiniyê dibêjin, li gorî amarên navbûrî û rêjeya bilind ji barîna baranê, dê pêwistiya zeviyan bi semadê ji salên borî bêtir be.