Li Tirkiyê bihayên dolar û zêr ji nişka ve zêde bû

Li gor pisporên aboriyê tesîra pêşhatên Yekîtiya Ewropayê dê bandorek mezin li ser aboriya Tirkiyê bike.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Li Tirkiyê beriya referandûma li Brîtanyayê bihayên dolar û zêr daketibû lê belê piştî ku encama veqetandinê ji Yekîtiya Ewropayê derket, bihayên dolar û zêr ji nişka ve zêde bû.

Piştî ku, di referanduma Brîtanyayê de biryara derketina ji Yekîtiya Ewropayê derket, wek li hemû welatên dinyayê pîyasayên encamên referandûmê bandor li piyasayên Tirkiyê jî kir. Heta referandûmê bihayên dolar û zêr roj bi roj dadiket lê piştî eşkerebûna referandûmê bihayên zêr û dolar zêde bû, bihayên euro û sterlîn jî daket.

Piştî ragihandina encamên referandumê Borsaya Stenbolê gelek daket û rêjeya daketinê gihişt %9 an. Bihayê Sterlîn û Euroyan %12 kêm bû lê bihayê dolarî %6 zêde bû.

Derbarê vê yekê Pisporê Aboriyê Volkan Kugucak wiha got:"Piyasayên her derê dinyayê ser û bin bûne. Piyasa niha ketiye. Çimkî piştî Brîtanyayê, ji hinek welatêndî yên girêdayî Yekîtiya Ewropayê ne jî  behsa  veqetandinê tê kirin. Ji ber encama referandumê qisawet ew e siyasî û aboriya  Yekîtiya Ewropayê ji niha pê de wiha dewam bike yan na?  Eger ev tirs berdewam bike veberhênan dê berê xwe bidin dolar û zêran''   

Li Stenbolê rewşa piyasayan ji nişka ve guherî, ligel bihayên dolarê bihayên zêran jî %9 zêde bû.

Derbarê vê mijarê Sabahattîn Baş ku, Zêringer wiha got:"Îro qiyameta zêran rabûye. Duh çaryeka zêrê biçûk 185 lireyan bûbû nîha 205 lira. Bihayê zêrê mezin 760 bûbû niha 850 lira ye."

Li gor pisporên aboriyê tesîra pêşhatên Yekîtiya Ewropayê dê bandorek mezin li ser aboriya Tirkiyê bike.