Li Bakurê Kurdistanê îsal berê pembû baş bû

Li Bakurê Kurdistanê, werzê berhevkirina pembû îsal jî bi dawî dibe. Li gorî ragihandina cotkaran, îsal berê pembû baş bû û ji her donimekê erd 500 kîlo pembû hat berhevkirin. Pembûyê ku di febrîqeyan de ji hev tê veqetandin, beşek dibe ta û dezî û beşên din jî ji bo bazara tekstîl û pişezasiya xwrikê tê şandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, werzê berhevkirina pembû îsal jî bi dawî dibe. Li gorî ragihandina cotkaran, îsal berê pembû baş bû û ji her donimekê erd 500 kîlo pembû hat berhevkirin. Pembûyê ku di febrîqeyan de ji hev tê veqetandin, beşek dibe ta û dezî û beşên din jî ji bo bazara tekstîl û pişezasiya xwrikê tê şandin.

Li Bakurê Kurdistanê, werzê berhevkirina pembû di hefteya dawîn de ye. Li gorî ragihandina cotkaran, ji sedî 90'ê pembûyî hatiye çinandin. Pembû bi destê karker û makîneyên çinînê tê berhevkirin. Karker ji bo çinîna her kîloyeke pembûyê bi guzik, 60 qurişan distînin. Pembûyê ku bi makîneyan tê çinîn, ji yê ku bi destan tê çinîn, paqijtir e. Hecî Çakan cotkar e û xwediyê zeviyên pembûyî ye. Çakan dibêje; febrîqe kîloya pembûyê ku bi guzikan ve tê çinîn bi 1,200 lîre; yê safîkirî jî bi 2,60 lîreyan dikire.

Cotkar Hecî Çakan ji K24ê re got: "Halê hazir rewşa pembû baş e. Lê dîsa jî em li hêviyê bûn ku berê îsal baştir be. Çavên me lê bûn ku em kîloya pembûyî bi 3 lîreyan bifiroşin lê em bi 2,60 qurişan difiroşin, ew jî baş e. Baş bû ku îsal baran dereng bariya; heger baran zûtir bibariya, dê pembûyê ku nehatibû berhevkirin, zerarê bidîta."

Pembûyê ku li ser zeviyan tê berhevkirin, bi barhilgiran ji bo febrîqeyan tê veguhestin. Pembû, li febrîqeyan ji gûzikan tê safîkirin, hinek jê ji bo qada tekstîlê; hinek jî ji bo qada sanayiye tê amadekirin. Pembû, bi ava Bendava Ataturk, çemên wekî Dîcle û Firatê û bi ava bîran tê avdan. Lê bikaranîna bîran jî lêçûna karabayê zêde dike. Ji ber vê yekê jî hin cotkar nikarin ji ber deynê karabayê,ji piştgiriya dewletê sûdê werbigirin. Cotkar Mehmet Çakan ji 20 saliya xwe ve bi cotkariya pembû ve mijûl dibe. Çakan dibêje; ji ber ku bagerê li zeviyên pembûyî yên Emerîkayê dabû, pembûyê herêmê îsal bi buhayeke baş tê firotin.

Cotkar Mehmet Çakan wiha axivî: "Ji her donimeke erd 350 kîlo heta 700 kîlo pembû tê berhevkirin. Lê ew kesên ku xizmeteke xweş li pembû bike dikare zêdetir pembû berhev bike. Nezanîna bi kar anîna dermanan jî zirarê dide berê pembû.”

Ji aliye hilberîna pembûyê Tirkiyê di nav dewletên cîhanê de di rêza 7'an de cih digire. Ji sedî 50'yê pembûyê Tirkiyeyê li Bakûrê Kurdistanê; ji sedî 24'ê vî pembûyê jî li Diyarbekirê tê berhevkirin. Cotkarên pembû jî dibêjin ku; îsal berê pembû baş bû lê ji ber bihabûna mazot, karaba, gubre û dermanan, lêçûna pembûyî jî roj bi roj zêde dibe.