Li Kobanê îsal pembû nehat çandin

Li Kobanê Ji ber sedemên buhabûna pêdiviyên çandiniyê cotkar dev ji hin çandiniyên ku berê bi salane diçandin berdidin, wek çandiniya pembû. Herwiha ji ber rewşa dorpêçkirinê û şer jî nikarin berhemên xwe bifiroşin, bazirgan jî berhemên wan nakirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Li Kobanê Ji ber sedemên buhabûna pêdiviyên çandiniyê cotkar dev ji hin çandiniyên ku berê bi salane diçandin berdidin, wek çandiniya pembû. Herwiha ji ber rewşa dorpêçkirinê û şer jî nikarin berhemên xwe bifiroşin, bazirgan jî berhemên wan nakirin.

Cotkarên Kobanê îsal pembû neçandine û dev ji vê curê çandiniyê berdane, ji ber buhabûna xerckiriyên çandiniya pembû û tunebûna pêdiviyên pêwîst, wek tov û semad, herwiha kêmbûna karkeran ligel nebûna bazirgan û bazarên kirîna pembû.

ji 4 salên bûrî ve aloziya Sûriyê û rewşa şer û dorpêçkirinê bandorek neyînî li cûrên çandiniya havînî dike bi taybet cûrê pembo.

Serokê Desteya Çandiniyê li Kobanê Mehmûd Bozan ji K24ê re diyar dike ku ew ji ber van sedeman nikarin alîkariya cotkaran bikin, lê ew hewl didin ku, projeya gihandina ava ferêt ji gundewarên kobanê re cîbicî bikin. Herwiha ew lêkolînan li ser vegerandina çandiniya pembû dikin.

Çandiniya pembo li navçeya kobanê yek ji çandiniyên sereke ye û ta dawiya sala 2012an bi rêjeya 70 ji sedî di nav çandiniyên havînî de cî digirt. Li gor aborînasan berhemên çandiniya pembû piştgiriyeke bihêz e ji aboriya deverê re.