Berhemên li ser înternetê tên firotan di festîvalekê de hatin ba hev

Li Stenbolê kesên ku heta niha tenê bi rêya înternetê li ser torên civakî berhemên xwe difirotin; bo cara yekemîn derfet dîtin ku berhemên xwe li ser dezgehan bifiroşin. Di festîvala bi navê "Lîkefest" de berhemên cûr be cûr û reng bi reng yên bi destan hatine çêkirin li ser dezgehan derketin pêşberî kiryaran.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Fenomenên înternetê yên torên cîvakî jî gelekî kêf xweş bûn ku bi saya vê festîvalê berhemên xwe bi awayekî rû bi rû bigihînin kiryaran.

Li ser dezgehên firoşkaran ji berhemên destkariyê bigrin heta xwarin û vexwarinê bi sedan cûre kelûpel bo kiryaran hatin nîşandan. Her wiha kiryar jî ji dêvla ku li ser înternetê li berheman binêrin derfet dîtin ku ji nêz ve van berheman bibînin û wisa bikirin.

Festîval, di roja pêşî de ji aliyê gelek kiryaran ve hat ziyaretkirin. Festîvala ku ji aliyê kiryaran ve rastî eleqeyeke mezin hatî dê bi maweya 3 rojan bo kiryaran vekirîbe.