Karsazên Tirkiyê derbarê piryara Yekîtiya Ewropayê metirsîdarin

Welatên Ewropayê, di sala 2015'an de bi qasî 79 mîlyar avro hînarde bo Tirkiye kirine, Tirkiye jî bi qasî 61,6 mîlyar avro hinarde bo Ewropa kiriye.

K24-Navenda Nûçeyan

Karsaz û dikandarên Tirkiyê, ku ligel welatên Ewropayê bazirganiyê dikin, li ser biryara rawestandina guftûgoyên endamtiya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropayê, metirsîdar in. Li gor aborîzanan jî rageşiya heyî, bandoreke neyinî li aboriya her du aliyan dike.

Li Tirkiyê, ligel zêdebûna bihayên dolar û biryara rawestandina guftûgoyên endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê ku ji aliyê Parlamentoya Ewropayê hat dayîn, di warê aboriyê de bû sedema metirsiyê. Tirkiye zêdetirî ji %50 bazirganiya xwe digel welatên Ewropayê dike. Metirsî ew e ku geşedanên neyinî yên siyasî dê têkiliyên aboriyê têk bibe.

Aborîzan Erol Katircioglu wiha got:"Niha rûdanên dawî yên li cîhanê ne bo xêra Tirkiyê ye. Eger di navbera Ewropa û Tirkiyê de rageşî mezintir bibe, veberdêrên biyanî wê neyên Tirkiyê. Rêjeyên hinarde û hawirde yên Tirkiyê wê gelek dakeve. Eger Ewropa biryara ambargoyê bide wê demê aboriya Tirkiyê xirabtir bibe."

Karsaz û pîşesazên Tirkiyê, karên xwe yên herî baş dema destpêkirina guftoyên bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê kirine, lê belê ji rewşa niha ne razî ne.

Bazirgan Erdal Yildiz wiha axifî:"Tirkiye demeke dirêj e dixwest bibe endamê Yekîtiya Ewropayê lê niha navbera Tirkiye û Ewropayê nebaş e û rageşiyeke heye. Ev jî tesîreke nebaş dide ser karê me. Çimkî hinek kiryarên me hene ku ji Ewropayê tên eger ev rageşî berdewam be karê me jî wê xirabtir bibe."

"Jixwe zu da ye krîzeke heye û bi vê biryara Parlamentoya Ewropayê ev krîz dê mezintir bibe. Her wiha bi zêdebûna dolarê jî dikandar ketin tengasiyê."

Welatên Ewropayê, di sala 2015'an de bi qasî 79 mîlyar avro hînarde bo Tirkiye kirine, Tirkiye jî bi qasî 61,6 mîlyar avro hinarde bo Ewropa kiriye. Tirkiye 5'emîn şirîkê bazirganiyê yê herî mezin ê Yekîtîya Ewropayê ye. Niha karsaz gelek metirsîdar in ku têkîliya wan digel Ewropayê têk biçe.