Gavên girîng bo aboriya Kilîsê tên avêtin

Parêzgarê Kilîsê piştî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re da xuyakirin, bo Kilîsê di warê aboriyê de gavên girîng tên avêtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kilîsê piştî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re da xuyakirin, bo Kilîsê di warê aboriyê de gavên girîng tên avêtin.

Parêzgarê Kilîsê Suleyman Tapsiz tevî şanda pê re, îro li Stenbolê serdana Erdogan kir. Piştî hevdîtinê Tapsiz bersiva pirsên rojnamevanan da û got, piştî bergiriyên ewlekariyê dê gavên aborî li Kilîsê bên avêtin.

Tapsiz da zanîn, di hevdîtinê de hemû mijar hatine gotûbêjkirin û bo paşxistina deyn û bacên dikandaran Erdogan ferman daye.

Tapsiz got, her wiha bi taybet di warê binesazî û şarevaniyê de jî dê gavên girîng bên avêtin.

Kilîs, di demên dawî de dibê armancê mûşekên DAIŞ'ê û di nava çend mehan de 20 kesan canê xwe ji dest da û 70 kes jî birîndar bû. Hê berê hatibû aşkerakirin, ji sedî 30'ê Kilîsê koçber bûne.