Moodys: Aboriya Tirkiye di 3 salan de, dê ji sedî 3 pêş bikeve

Dezgeha krediyê ya navdar a cîhanî MOODYS diyarkir ku, aboriya Tirkiye ber bi xerabûnê ve diçe û tê çaverêkirin di 3 salên pêş de, pêşkeftina aboriya welat di derdora ji sedî 3an be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha krediyê ya navdar a cîhanî MOODYS diyarkir ku, aboriya Tirkiye ber bi xerabûnê ve diçe û tê çaverêkirin di 3 salên pêş de, pêşkeftina aboriya welat di derdora ji sedî 3an be.

MOODYS niha Tirkiye bi pileya Ba1 û negative ve dinirxîne, ku di zimanê aborî de tê wateya ku ev pile ber bi nizmbûnê ve ye. Li gor Cîgira Serokê MOODYS Kristin Lindow, potansiyelek mezin a bilindbûna aboriya Tirkiye heye, lê rîskên li pêş Tirkiye weha dike ku, mezinbûn wekî tê xwestin pêk neyê.

Riskên herî mezin li pêş aboriya Tirkiye, rewşa nearam a navxweyî û pêwendiyên aloz bi aboriyên mezin ên cîhanê re ne.