Krîza di navbera Enqere û Moskowê de berdewam e

Hinardekirina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ketiye metirsiyê, ji ber gelek hurgiliyên vê bazirganiyê hene.

K24 – Enqere

Krîza firokeya Rûsî berdewam e. Li himberî kiryarên Moskowê, Enqere dixwaze aramiya xwe biparêze. Herwiha hinardekirina di navbera herdu welatan de jî ketiye metirsiyê, ji ber gelek hurgiliyên vê bazirganiyê hene.

Rusya û Tirkiye di warê bazirganiyê de dû hevkarê mezin in lê rewşa dawî bandor li bazirganiya her dû dewletan jî kir, veberdêr û berhemdêr di metirsiyê de ne ku proje bên sekinandin, ji aliyê din ve jî tê gotin ku eger krîz mezin bibe wê bandorê li tevahiya aboriya Tirkiyê bike

Parlamentera CHPê Lale Karabiyik bal kişand ser metirsiyên paşerojê û amaje bi wê yekê kir ku di warên; tekstîl, avahîsazî, sebze û fêkî, tûrîzm û enerjiyê de têkilî di navbera Moskow û Enqerê de hene.

Karabiyik got: “Ev aloziya ku bi firokeyê dest pê kir, eşkereye ku tenê di çarçoveya siyasî de namîne, kriz çend kur dibe bandora wê ya li ser aboriya Tirkiyê jî dê mezintir bibe. Rûsya her diçe kiryarên xwe zêde dike, û ev yeka han jî bandoreke mezin li ser gelek sektoran û veberhênanê dike.”

Dervefirotina ji Tirkiyeyê bo Rusyayê ya herî mezin jî di sektora cotkarî de ye, fêkî û sebzeyên li Tirkiyê tên berhemanîn ji sedî 46ê wan bo Rûsyayê tên şandin, lê Rusyayê biryar da ku ji niha û pê de wê bazirganiye bide sekinandin.

Derbarê mijarê de Serokê Komeleya Cotkariyê Îbrahîm Yetkîn jî wiha axifî: “Di raya giştî de şaş tê famkirin, qaşo Rûsya nekire, sebze û fêkî dê li Tirkiyê erzan bibe, tiştekî wiha nîne, berevajî, wê bihatir bibe. Heta ew rewş heger bidome hilberîn wê xilas bibe, biryar dan ku digel sersalê sepandin destpê bike lê niha jî berhemdêr di zehmetiyê de ne.”

Kiryarên Rusyayê yên li dijî Tirkiyê heta niha di qadên; tûrîzm, bazirganî û  enerjiyê de rû dane, herî dawî Rusyayê da zanîn ku danûstandinên projeya bi navê “veguhestina li ser axa Tirk” tê nasîn hatiye rawestandin.