Tirkiye, Îran û Qeter rêkeftinekê îmze dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye, Îran û Qeter bi armanca hevkariya aborî û bihêzkirina bazirganiyê, derbarê hêsankirina veguhestinê de rêkeftin.
Wezîrê Aborî yê Tirkiyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Îranê Muhamed Şerîetmedarî û Wezîrê Aborî yê Qeterê Casim Bin Muhamed El Sanî, li Taranê civiyan û rêkeftina hêsankirina bazirganiyê îmze kirin.
Bi rêkeftinê Tirkiye, dikare di ser Îranê re kelûpelên bazirganî bigihîne Qeterê.
Piştî rêkeftinê, Komîsyona Têkel ya Îran û Tirkiyê, bi serokatiya her du wezîrên Îran û Tirkiyê civiya.